Hozan Aydin çar albumên nû derxist

Hozan Aydin çar albûm bi navê ‘Stran Jiyane’ dan weşandin. Her albûm ji 7 stranan pêk tê.

•
1 deqe xwendin
Hozan Aydin çar albumên nû derxist

Hunermend Hozan Aydin ev demek bû li ser amadekirina albûmên nû dixebitî. Bi dawîbûna amadehî û xebatan çar albûm li ser platformên dîjîtal hatin parvekirin.

Der barê albûman de

Navê albûma yekemîn “Kakilê Gûzan” e. Navê stranên di albûmê de cih digirin wiha ne: Rindik, Kakilê Gûzan, Zekayî, Tu Çi Dikî, Bû Xeyal Çû, Îro Cejne û Stran Jiyane. Hunermend berhemê di navbera salên 2020 û 2024an de amade kiriye.

Navê albûma duyemîn “Yarê Bizane” ye. Navên stranên di albûmê de ne ev in: Jibîr Neke, Yarê Bizanî, Wan, Ey Bêbextî, Min Yarekî Heye, Kaniya Jêr û Mîr Perwer. Hunermend ev berhem di navbera salên 2012 û 2024an de amade kiriye.

Navê albûma sêyemîn “Keça Kurdan” e. Navên stranên di albûmê de ne ev in: Sibê Zû bû, Periya Dil, Keça Kurdan, Bes Bêhna Te be, Rezoyê Kalo, Qerqaşe û Miroviya Wa. Hunermend ev berhem di navbera salên 2014 û 2024an de amade kiriye.

Navê albûma çaremîn jî “Pere û Serwerî” ye. Stranên albûmê ev in: Berxên Me, Dêrî Zere, Min Zanîbû, Çivok, Bikene, Pere ve Serwerî, û Tekman. Hunermend vê berhemê jî di navbera salên 2015 û 2024an amade kiriye.

Album li ser hesabên medya dijîtal hatin belavkirin.