Hişê hikûmetê hişê qedexeyê ye
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku di hemû mînakên cîhanê yên çareseriya pirsgirêkan de mekanîzmaya çavdêriyê heye û got: “Di hişmendiya hikûmet û desthilatê de hişê qedexeyê heye. Ji bo pêvajo bimeşe divê mekanîzmayeke çavderiyê bê avakirin qada siyaseta demokratîk bê vekirin.”

Di 27ê sibata 2025an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Got ‘çareseriya pirsgirêka kurdî bi şer û pevçûnê nabe, divê di zemîna siyasî û hiqûqê de bê çareserkirin.’ Biryareke dîrokî, wêrek û stratejîk da. Tevgera azadiyê jî ev biryar qebûl kir û li gorî bangê, biryareke dîrokî da. Di kongreya xwe de biryara fesixkirinê û çekberdanê da. Gelek gavên şerber avêtin. Di 11ê tîrmehê de çek şewidandin û gotin ‘eger di qada siyasî de zemîn bê avakirin û zagon bên derxistin, em amade ne ku bên tev li jiyana demokratîk bibin.’ Lê heta niha desthilata AKPê gaveke şênber neavêtiye. Tenê li meclisê komîsyonek ava kir. Heta niha biryarên ku di komîsyonê de girtin pêk neanîne. Her çend dibêjin hin zagon tên amadekirin jî, lê naveroka van zagonan çi ye ne diyar e. Naveroka wan bi DEM Partiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re nehatiye parvekirin. Têkildarî pêngava 11ê tîrmehê û hewldanên desthilata AKPê û dewletê parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren nirxandinên girîng kirin.
Serhat Eren anî ziman ku ji bo gerîla bikaribe tev li siyaseta demokratîk bibe û di qada siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bidomîne, divê zagonên ku rê li pêş tevlîbûna siyaseta demokratîk bibe, bên amadekirin û wiha got: “Divê dema hatin neyên binçavkirin û doz li wan neyê vekirin. Divê girtiyên siyasî jî bên berdan û siyasetmedarên li derveyî welat jî bikaribin vegerin û tev li siyaseta demokratîk bibin. Lê heta niha gav nehatiye avêtin. Divê zagon bên amadekirin û bi birêz Ocalan û tevgera azadiyê re bên parvekirin. Piştre divê bibin meclisê û têxin meriyetê.”
Zemîna vegerê tune ye
Serhat Eren anî ziman ku di halê hazir de zemîna siyasî ku gerîla vegere û tev li siyaseta demokratîk bibe tune ye û wiha axivî: “Heta ku zagonên aştî û azadiyê neyên amadekirin, yek gerîla jî nikare bê tev li jiyana demokratîk bibe. Di demên borî de jî ji bo rê li pêşiya aştî û çareseriya demokratîk bê vekirin komên gerîlayan hatin. Lê hemû hatin girtin û demek dirêj di zindanan de man. Heta ku zagon dernekevin veger jî ne pêkan e.”
Hişê wan hişê qedexeyê ye
Serhat Eren li ser nîqaşên ‘ku gerîla vegere jî dê heta 5 salan tev li siyasetê nebe’ wiha got: “Ti kes vê yekê qebûl nake. Çima? Ji ber ku zemîneke demokratîk nebû û nakaribû bi awayekî demokratîk xwe bi rêxistin bike, gerîla tev li şerê çekdarî bû. Eger zemîna tevlîbûna siyasetê nebe, wateya vegerê jî nîne. Eger werin û siyasetê nekin nabe. 42 sal berê ji ber şertên siyaseta demokratîk nebûn rahiştin çekan. Li cîhanê jî mînak hene. Dema dest ji çekan berdidin, tev li siyaseta demokratîk dibin.”
Ji bo gerîla siyaset wekî nan û avê ye
Serhat Eren da zanîn ku ji bo jiyana mirovekî nan û av çiqas pêwîst e, ji bo gerîla û siyasetmedarên kurd jî siyaset wekî nan û avê pêwist e û got: ‘’Eger nikaribin siyasetê bikin wekî bê av, nan û nefes nikaribin bijîn. Ji ber vê yekê jî divê di zagona bê derxistin de qedexeya siyasetê tune be.”
Serhat Eren anî ziman ku li cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî gelek mînak hene û domand: “Li Kolombiya, ÎRA, Başûrê Afrîkayê, di hemû pêvajoyan de çavdêr hene. Lê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çavdêr tune bûn. Divê di vê pêvajoyê de jî çavdêr hebin. An divê mekanîzmayeke di nav Tirkiyeyê de bê avakirin an jî divê hêzên navneteweyî di nav vê mekanîzmaya çavdêriyê de cihê xwe bigirin û bişopînin. Dema pirsgirêk derket midaxale bikin û rê vekin. Divê hêza çavdêr midaxale bike û çareser bike. Divê pirsgirêkên heyî bi raya giştî re parve bike û gel agahdar bike.’’
Eren diyar kir ku divê gel jî tev li pêvajoyê bibe û lê zêde kir: ‘’Lê di vê pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk de ji ber çavdêr tune em dikevin tengasiyê. Em niha li benda însaf û înîsiyatifa AKPê ne. Ew kengî bixwazin dixitimînin û kengî dixwazin vedikin. Lê li ruxmê vê yekê birêz Ocalan ji bo pêvajoyê vebike çi ji destê wî tê dike. Rê û rêbazên nû nîşan dide. Niha AKP vê pêvajoyê biqedîne, dê kîjan çavdêr bibêje ‘wele erka ket ser milê gelê kurd û birêz Ocalan pêk anî. Gelê kurd û birêz Ocalan ji bo çareseriyê her tiştî kir, lê dewleta tirk tiştek nekir.’ Ku çavdêr tune be, dê AKP dîsa manîpule bike. AKP dikare li gorî xwe yekalî pêvajoyê biqedine yan bixitimîne. An jî dikare li gorî xwe zagonan derbixe. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hêzeke çavdêr heye. Mînakên vê yekê li cîhanê jî hene. Ji ber çavdêr tune ne yan dixitime, an jî AKP li gorî xwe dimeşîne. AKP me wek kirde nabîne. Li ruxmê muxatab birêz Ocalan e, lê hîn naveroka zagonê bi birêz Ocalan re parve nekiriye.”
Serhat Eren xwest ji qada navneteweyî an jî ji nav Tirkiyeyê ji meclisê, hiqûqnas û saziyên sivîl şandeyeke çavdêriyê bê avakirin û wiha lê zêde kir: “Divê ev mekanîzmaya çavdêriyê bikaribe bi birêz Ocalan re jî û bi dewletê re jî hevdîtinê bike. Nebûna çavdêr pirsgirêk e. Birêz Ocalan di 24ê gulanê de nexşerêyeke nû danî pêş. Rê û rêbaz nîşan dan. Lê her carê dewlet li dijî vê yekê israr dike. Ji bo şer bi dawî bibe, divê siyasetmedarên girtî, derve û gerîla tev li siyaseta demokratîk bibin. Divê yasaya taybet û aştiyê bê derxistin. Divê ji bo vê pêvajoyê destûra bingehîn ji bo pêvajoyê bê amadekirin. Piştre li gorî vê destûrê ji bo çareseriyê yek bi yek zagon bên derxistin. Divê li gorî vê zagona bengehîn, rê li pêşiya siyaseta demokratîk bê vekerin. Dive qedexe û hemû astengiyên li pêş siyaseta demokratîk û rêxistina demokratîk bê rakirin da ku her kes bikaribe siyasetê bike û xwe bi rêxistin bike. Hemû gerîla bê cudakarî bikaribin tev li siyasta demokratîk bibin. Nabe ku gerîla bên kategorîzekirin; hinek li derve bimînin û hinek bên nabe. Dixwazin gerîla kategorîze bikin û zagonan amada bikin. Ev nêzîkatiya xelaskirina pêvajoyê ye. Îhtîmala zagona poşmaniyê derbixin û li meclisê derbas bikin. Wê demê dixwazin bibêjin ‘me zagon dexsit û ew nehatin’. Bi vê yekê dixwazin pêvajoyê bixitimînin û birêz Ocalan têxin tengasiyê. Lê divê hemû alî li ser vê zagonê bibin yekdeng.”
Serhat Eren herî dawî anî ziman ku birêz Ocalan pêvajo heta asteke girîng anî û wiha got: “Niha dibêjin bila gerîla bê, lê Ocalan di zindanê de be. Ku wisa be, gerîla jî qebûl nake. Ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, ti gerîla vê yekê qebûl nake. Di mînakên cîhanî de jî berê muxatab azad bûne û piştre pêvajo bi pêş ketiye. Heta birêz Ocalan azad nebe û bi saziyên civakî, hiqûqnas û saziyên çapemeniyê re nîqaşan neke, bi akademîsyenan û gel re neyê gel hev, dê çawa çareser bibe. Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan azad bibe û gerîla bê tev li jiyan û siyaseta demokratîk bibe. Hemû girtî û siyasetmedarên li derve bên tev li jiyan û siyaseta demokratîk bibin. Qada siyaseta demokratîk bê firehkirin û her kes bikaribe bi azadî xwe bi rêxistin bike.”


