Hikûmeta Şamê li Dêrazorê tevliheviyan dike
Çekdarên "Dîfa Watanî" yên bi ser hikumeta Şamê ve careke din bi çekên giran rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.

Çekdarên "Dîfa Watanî" yên bi ser hikumeta Şamê ve careke din bi çekên giran rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê; çekdarên Şamê bajarokê Basîra û dora wê ji vê sibê ve topbaran dikin. Hat zanîn ku di êrişê de xesarek mezin li mal û milkê şêniyan bûne.
hêjayî gotinê ye ku gelek caran hikûmeta Şamê geh bi navê eşîrên herêmê yên ereb û geh bi navê çekdarên Dîfa Watanî êrîşî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye dikin û dixwazin li herêmê alozî û tevliheviyan derxînin.

Di rastiya xwe de li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî herêmên di bin kontrola ereban de dike û wiha got: “Li Dêrazorê kurd nîn e, tev ereb in. Eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweswer de jî tev eşîrên ereb in. Lewma rejîm êrîşî ereban dike.”


