Hêzên rejîma Îranê Kolberek kuşt
Li herêma Bane di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberek birîndar bibû. Piştî lêgerînê cenazeyê wî kolberî hate dîtin.
Li herêma Bane di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de kolberek birîndar bibû. Piştî lêgerînê cenazeyê wî kolberî hate dîtin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 10’ê Tîrmehê de li xala sînor a li Bane ya Sineyê, hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirin. Çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolber Hamîd Emîn Pur ê xelkê Seqiz û bavê 6 zarokan, bi giranî birîndar bibû. Li gorî Kolbernewsê, piştî ku hat zanîn Hamîd birîndar bûye, malbat ji bo dîtina wî ket nava liv û tevgerê. Lê piştî rojekê cenazeyê Hamîd hate dîtin.


