Hêzên Pêşmerge bi wezaretê ve hat girêdan
Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl diyar kir ku hêzên Yekeya 70ê ya girêdayî YNK û Yekeya 80ê ya girêdayî PDKê bi wezaretê ve hatine girêdan.

Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge û xebatên wan ên ji bo çûyîna bin sîwana Wezareta Karên Pêşmerge de, agahiyan belav kir.
Şoreş Îsmaîl ragihand ku wan bi hezaran saet civîn pêk anîne da ku li ser yekxistina hêzên Pêşmerge bigihin rêkeftinekê û got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku niha em gihîştin encamê û pêvajoya yekxistinê bi dawî bû. Hêzên 70 û 80 bi navê devera yek û devera du, dikevin bin sîwana Wezareta Karên Pêşmerge. Ev pêvajo serkeftineke neteweyî ye û em pê serbilindin.”
Wezîr Şoreş Îsmaîl diyar kir ku daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de hikûmeta nû were avakirin da ku wezareta xwe bi yekbûyî radestî kabîneya dehem bikin. Her wiha daxwaz kir ku parlamento were çalakirin da ku şayiste û mafên pêşmergeyan werin parastin. Di merasîmê de hat gotin ku ‘pêşmerge beşek ji pergala parastina Iraqê ye’ û daxwaza piştgiriyê hate kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev merasîm bi beşdariya berpirsên payebend ên Herêma Kurdistanê û berpirsên leşkerî yên Iraqê hate lidarxistin. Di heman demê de, Amerîkayê zexteke zêde li YNK û PDK’ê kir da ku pêvajoya yekxistina hêzên xwe pêk bînin, lê wan ev pêvajo ji ber nakokiyên di navbera wan de çend salan paş xistibûn.


