'Hêzên kurdistanî divê piştgiriyê nedin dagirkeriyê'
Hunermendên kurd, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan û bang li gel û hêzên kurdistanî kirin ku li dijî dewleta...
Hunermendên kurd, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan û bang li gel û hêzên kurdistanî kirin ku li dijî dewleta tirk helwesteke hevpar nîşan bidin. Hunermendên kurd ên ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) axivîn, diyar kirin ku êriş li dijî hemû kurdan e û bi lêv kirin ku divê hunermend û rewşenbîr li dijî êrişan bêdeng nebin.
Hozan Canê
Hozan Canê ku li dijî êrişan banga yekitiya netewî kir, wiha axivî: “Dîsa dewleta tirk şerekî qirêj, berfireh û mezin li hemberî gerîla da destpêkirin. Ez vî şerê qirêj şermezar dikim. Bang li her çar beşên Kurdistanê dikim ku werin em giştî bi hevre dest bidin hevûdu, yekîtiya xwe ya netewî çêbikin û vî şerê qirêj rawestînin, li hemberî wê bisekinin, bila xwîna gerîla nerije. Eger xwîna gerîla birije, xwîna 4 beşên Kurdistanê dirije. Ji ber ku gerîla zarokên 4 beşên Kurdistanê ne. Dewleta tirk dixwaze bi xwîna kurdan dîsa bigihije armancên xwe yên qirêj û hilbijartinan. Ez bang li kurdan dikim ku yekîtiya xwe ya netewî ava bikin, neyên lîstokên Erdogan û bila bira birayî neêşîne. Ji we rîca dikim ku gerîla bi tenê nehêlin, serketin ya kurdan e, serketin ya gerîla ye.”
Ganî Nar
Hunermend Ganî Nar jî berteka xwe ya li dijî şer wiha anî ziman: “Kurdistaniyên hêja û birûmet, hemû miletên ku ji bo azadiya xwe berdêl dane û bi ser ketine, îro di nava civaka cîhanê de serbilind in. Ji ber ku şoreşa hemû miletan ji bo jiyaneke azad û birûmet e. Li şûna ku em kurd bibin neteweyeke yekbûyî, li şûna ku em bibin yek û ji bo azadî û avakirina welateke bê bindestî; lê mixabin hinek kes hîn jî çavên xwe li lîstok û fêlên dijminên Kurdistanê re diniçiqînin. Ma em ê heya kengê azadî û biratiya xwe, destkeftî û serkeftinên xwe bikin qurbanê lîstokên dijminên xwe, dijminên axa bav û kalên xwe? Ma êdî ne bese ku em xwe bi jehra dijminên xwe bikujin.”
Hoşyar Heme Ferec
Hunermend Hoşyar Heme Ferec jî erîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: “Têkildarê leşkerkêşiya artêşa tirk a li ser kurdên bakurê Kurdistanê ez wan kiryarên Tirkiyê şermezar dikim ku bi salan e hertim ne carek û ne du carin dubare dike û her carê ji wî re rûreşî û şermezarî dimîne. Xuya ye ku divê Tirkiyê bigihîje vê astê û têgihîştina vê rastiyê ku bizane ev kar hertim bi diyalogê çareser dibe ne bi hêza leşkerî. Xuya ye ku ew operasyonên bi salan û mehan ên berê yên Tirkiyê, her çend salan carekê dubare dike û her carê jî dizane ku ew ê di vî karî de serkeftî nebe. Divê vê rastiyê fêm bike ku hêz û neteweyeke li Kurdistanê heye ku ji wan re tê gotin kurd û xwedî ziman, maf û çanda xwe ne. Destdirêjkirina li ser her beşeke Kurdistanê li ku derê dibe bila bibe, destdirêjîkirina li ser giyana hemû welatiyên kurd.”
Necmedîn Xulamî
Hunermend Necmedîn Xulamî jî wiha got: “Peyamekê ji bo şermezarkirina hikumeta AKP’ê û ew êrişên wê dawiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û her wiha li serHêzên Parastina Gel araste dikim. Di rastiyê de dîrokê şahidê vê yekê ye ku bi dirêjahiya dîrok û xebata gelê me, li bakurê Kurdistanê rejîmên yek li pey yek ên Tirkiyê ku bi domdarî operasyon li darxistine û sozên tunekirina PKK’ê dane gel, lê bi kêyfxweşî dikarim bêjim ku hemû operasyonên wan heta niha bê encam mane. Şoreşa rizgarîxwaziya gelê me li bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir geş bûye û pêşketiye. Di rastiyê de gelên azadîxwaz ên cîhanê ev xebate nas kirine, her wiha bera xwe dane wê. Ez wan êrişan bi tundî şermezar dikim, ji hêzên kurdistanî dixwazim ku bi ti awayî tev li wan planan nebin. Di rastiyê de çendîn sal in Tirkiyê armanc dike ku hêzên kurdistanî yên başûrê Kurdistanê tev li planên xwe bike. Bi xwe baş dizanin ku hikumeta Tirkiye, AKP dijminê sereke yê gelê kurd e, tenê dijminê aliyekê yan jî PKK’ê nîne. Bi xwe vê yekê baş dizanin ku ew heta rehmê bi zarokê kurd yê di nava dergûşê de jî nakin, me dît û li ber çavên cîhanê destê zarokekê çawa şikandin û bi domdar


