Hêzên hevpeymanan bi temamî ji baregeha Victoriayê vekişiyan

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yehya Resûl ragihand ku vekişîna tam a hêzên hevpeymanan bi dawî bûye û ji îro pê ve hemû kontrola ewlehî, esmanî û sînorên welêt di destê artêşa Iraqê de ye.

•
1 deqe xwendin
Hêzên hevpeymanan bi temamî ji baregeha Victoriayê vekişiyan

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Yehya Resûl, di derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Iraqê û parastina welat ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ji bo medya Iraqê re axivî.

Yehya Resûl ragihand ku piştî îro ango 30’ê Îlonê şûnve, tu endam û leşkerên hêzên hevpeymanan di nav axa Iraqê de namînin û diyar kir pêvajoya vekişîna wan a tam jî berhema hewlên berdewam û mezin ên hikûmet û artêşa Iraqê ye. 

Her wiha da zanîn ku hemû balafirên hevpeymanan ji baregeha leşkerî ya Victoria ya li Balafirgeha Bexdayê vekişiyane û niha artêşa Iraqê wê bingehê ji bo parastina serweriya axa nîştiman û asmanê welat bi kartîne. 

Berdevkê Wezareta Parastinê destnîşan kir ku hemû xetên sînor bi teknolojiyên herî nû û alavên serdemane hatine xurtkirin, di heman demê de balafirên hêza asmanî ya Iraqê bi awayekî serbixwe serpereştî û pêkanîna êrişên asmanî yên li dijî bermayên terorê hilgirtiye. 

Yehya Resûl got: “Di vê qonaxa nû de tevahiya kontrola dosyeya ewlehiyê di bin destê hêzên nîştimanî yên Iraqê de ye, serweriya qanûnê bi ser her kesî de tê sepandin û tu kes ji qanûnê bilindtir nabe.”