Hezar û 100 rojin nobetê digirin

Nobeta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hezar û 100 roj li pey xwe hişt. Nobet bi koma 212an didome.

•
1 deqe xwendin
Hezar û 100 rojin nobetê digirin

Nobeta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hezar û 100 roj in didome. Nobet bi koma 212an bi biryardariyek xurt didome. 

Merasîma dewirgirtinê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê koma 211an çalakvanê bi navê Sebrî Nerexî daxuyaniyek da û got: “Em destpêkê silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Ev çalakiya me 3 sal li pey xwe hişt. Em gelek spasiya kesên ku di vê çalakiyê de ked dayîn dikin. Pêvajoyek hatiye destpêkirin û em di wê hêviyê de ne ku wê di demek nêz de emê berhemên wê bibînin. Em serkeftinê ji hemû kesê re dixwazin û taybet jî em ji Rêberê xwe re dixwazin.”

Piştî wê çalakî bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dewrî koma nû hate kirin.