Heyeta DEM Partiyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevşeredarê berê yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli re hevdîtin kir.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tên, li Girtîgeha Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevşeredarê berê yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli re hevdîtin kir. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku silavên Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçuk Mizrakli ji gel re hebûnê û pêvajoyê dişopînin.
Şandeyê da zanîn ku wan têkildarî qanûna çarçoveyî hevalên xwe agahdar kirin û pêşniyarên wan girtine û gotin “Hevalên me diyar kirin ku qanûna çarçoveyî bi wate ye.


