Heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar re civiya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re li ser qanûna çarçoveyî civiya.

•
1 deqe xwendin
Heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar re civiya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re li qesra Serokkomariyê li ser qanûna çarçoveyî civiya. Piştî hevdîtinê dê ji aliyê heyetê ve daxuyaniyeke niviskî bê dayîn.

‘Piştî vê hevdîtinê di demekê zû de em ê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin’

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê beriya hevdîtina bi serokkomar Erdogan re pirsa çapemeniye bersivandin û diyar kirin ku piştî hevdîtinê divê ew di demekê zû de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bikin.