Hewa hênik dibe, baran didome

Tê texmînkirin ku di serî de li Kurdistanê, dê li seranserê welat baran bibare û germahiya hewayê dê kêm bibe.

•
1 deqe xwendin
Hewa hênik dibe, baran didome

Li gorî texmînên hewayê yên meteorolojiyê li Seranserê Kurdistanê û gelek herêmên Tirkiyeyê dê baran bandora xwe bidomîne. Herwaiha tê texmînkirin ku germahiya hewayê jî dê kêm bibe.

Hewayeke bi birûsk û baran

Tê payîn ku dê seranserê Kurdistanê dinya bi ewir be û dê hewayeke bi birûsk û baran bandora xwe di tevahiya rojê de bidomîne. Tê texmînkirin ku dê li Dêrsim, Xarpêt, Erzîngan û derdora van bajaran û bakurê Meletiyê baran bandora xwe zêde bike. Herwiha dê Amed 21, Wan 18, Mêrdîn 22, Sêrt 23, Erzirom 17, Qers 17, Meletî 19, û Riha jî 25 pile be.