Hêvîya çareseriyê gel e

Gel ji hêza xwe bi hêvî ye. Gel ji mafdariya xwe bawer dike û li gorî vê bîr û baweriyê li têkoşîna xwe xwedî derdikeve û hewl dide ku bi têkoşîna xwe mafê xwe yê civakî, zagonî, hiqûqî, ziman, nasname û çandê bi dest bixe.

•
1 deqe xwendin
Hêvîya çareseriyê gel e

Gelê kurd hêvî û baweriya xwe bi Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê tîne. Baweriya  xwe bi hêza xwe tîne. Ji ber vê yekê ye di her dem û li her derê gel li dora Rêberê xwe dibe xelek û li pey gotinên rêberê xwe dimeşe. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di van 2 salên dawî de di pêşengiya TJA, DBP, DEM Partî û rêxistinên civakî de têkildarî pêvajoya çareseriyê li Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê bi hezaran civîn hatin lidarxistin. 

Di van civînan de ji sedî 90ê civakê destnîşan kir ku ew hêvî û baweriya xwe, di serî de ji Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û ji xwe tînin. Di hemû civînan de hat destnîşan kirin ku her tim dewletê gel xapandiye û piştî demekê dîsa polîtîkayên înkar, îmha, bişaftin û tundiyê pêş xistiye. Di hemû civîn, meş û mîtîngan de gel destnîşan dike ku her tim hewldana berxwedan, têkoşîn û rêxistinî encamê bi dest dixe û mohra xwe li encamê dixe. 

Gel ji hêza xwe bi hêvî ye. Gel ji mafdariya xwe bawer dike û li gorî vê bîr û baweriyê li têkoşîna xwe xwedî derdikeve û hewl dide ku bi têkoşîna xwe mafê xwe yê civakî, zagonî, hiqûqî, ziman, nasname û çandê bi dest bixe. Bi vê bîr û baweriyê li nirxên xwe xwe xwedî derdikeve. Di meha tebax û Îlonê de nêzî 800 Şehîdên Azadiyê hatin bibîranîn. Me di van bîranînan de jî dît ku bi sed hezaran gel herikîn qadên şîn û bîranînan û li dora şehîdên xwe bûn xelek. Baweriya xwe bi şehîdan tînin û soza pêşxistina têkoşina wan dan. 

Niha meclis vebû û civîna MGKê pêk hat. Di vekirina meclisê de hevî û biryarek derneket. Dîsa di encama civîna MGKê de jî ji bo çareseriyê biryarek derneket. Ji ber ku gel dewletê û meclisê baş nas dike, ji meclisê zêdetir baweriya xwe bi xwe û têkoşîna xwe tîne. Gel destnîşan dike ku ew ê bi têkoşîn, hevî û baweriya xwe pêvajoyê bi serkeftî bi encam bikin.