‘Hevalên me yên li çiyê dikarin bên siyasetê bikin’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civina gel a li Stenbolê de axivî û got: “Bi vê qanûnê, hevalên me yên li çiyê û yên di girtîgehan de dikarin werin û li gel me siyaseta demokratîk bikin. Hevalên me yên li Ewropayê û li Mexmûrê jî dikarin werin cem me.”

Civînên gel ên DEM Partiyê didomin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li semta Okmeydanê ya navçeya Kaxithaneyê ya Stenbolê civîna gel li dar xist. Di eywana civînê de pankarta “Ji bo komara demokratîk, civaka azad û rêxistinkirî” hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û rêveberên DEM Partiyê, HDK û DBPyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo her tiştî bi zelalî biaxivin, civînên gel li dar dixin û got: “Ez kesên ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe dane, bi bîr tînim. Em soz didin ku komareke demokratîk ava bikin. Em dengê gel û dayikên Kurd dibihîsin. Li Tirkiyeyê gelek bedel hatin dayîn. Ev bedel ne tenê ji aliyê kesekî ve hat dayîn. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de tu zarok jiyana xwe ji dest nedaye. Destkeftiya vê pêvajoyê jî ev e. Ev pêvajo bi înkarê nayê çareserkirin. Heta îro înkar û raperîn pêk hatine. Ji niha şûnde em ê bi dîyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji dayikên leşkeran re dibêjin ku ev pêvajo ji bo wan jî ye. Em bang li malbatên leşkeran dikin ku werin cem me, malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye. Divê hemû dayik werin cem hev.”
‘Nû pirsgirêka Kurd li Meclîsê hate qebûlkirin’
Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku nêzî du sal di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûne û got: “Gelek pirs li ser pêvajoyê tên kirin. Cara yekem e ku pirsgirêka Kurd di Meclîsê de tê nîqaşkirin. Bila tu kes vê qanûnê piçûk nebîne. Lê divê were zanîn ku ev qanûn pirsgirêka Kurd bi yekser çareser nake. Ev qanûn pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê tîne ser zemîna çareseriya hiqûqî. Bi vê qanûnê, hevalên me yên li çiyê û yên di girtîgehan de dikarin werin û li gel me siyaseta demokratîk bikin. Hevalên me yên li Ewropayê û li Mexmûrê jî dikarin werin cem me. Me di serî de got ku ev qanûn divê mijarê ji tundiyê bîne ser zemîna çareseriyê. Lê di rojên pêş de divê qanûnên berfirehtir derkevin. Di rojên pêş de em ê li ser paşkişandina qeyûman, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiyan qanûnên nû pêk bînin. Pirsgirêka Kurd cara yekem li Meclîsê hate qebûlkirin. Ev qanûn gava yekem e.”
‘Ocalan nebûya nedibû’
Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku li meclîsê desteyek hate avakirin û wiha bi lev kir: “Di bin banê Desteya Şopandin û Tespîtê de 4 komîsyon hatine avakirin. Em li bendê ne ku birêz Abdullah Ocalan di nav desteyekê de cih bigire. Ger birêz Abdullah Ocalan nebûya, ev pirsgirêk nedihat çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Em dikarin derkevin kolanan û mafê xwe bixwazin. Lê bi zimanê berê ev mijar nayê çareserkirin. Hem ji bo me hem jî ji bo desthilatdarê tiştekî dibêjim. Em çi dikin? Civînên gel li dar dixin. Bi van civînan em daxwaz û pêşniyarên gel digirin. Heke hûn bixwazin, em ê werin agahî bidin we. Hûn kesên ku dikarin qala girîngiya pêvajoyê bikin û xwedî li ziman û çanda Kurd derkevin. Hê jî hin kes, ku beriya çend salan hatine vê welatê, ji me re dibêjin terorîst. Em ji zimanê zikmakî heta girtîgehan û heta çareseriyê dê biaxivin. Di rojên pêş de kongreya me heye. Em çima ewqas dirêj li benda kongreyê man? Em bendê bûn ku ev qanûn zûtir derkeve û hevalên me yên li Ewropayê û yên di girtîgehan de werin cem me. Lê ev kongre dê dîrokî bibe. Em ê bi vê kongreyê rê li çareseriyê vekin. Piştî çend mehan, em ê kongreyeke din ku hevalên me jî tê de beşdar bibin, bikin. Beriya çend rojan di gel nîşeyên Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan hate xwestin ku operasyon pêk bînin. Ev operasyon di şexsê birêz Abdullah Ocalan de sabotaja pêvajoyê bû.”
‘Em hêvî dikin ku şer biqede’
Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku li Rojava jî pêşketinên girîng pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi van pêşketinan îro gelê Kurd ne tenê Kobanî û Qamişloyê tevahî Suriyeyê bû xwedî biryar. Em hêvîdarin ku êdî şer tunebê. Li Rojava bi qanûn û hevhatinê naskirina Kurd wisa hêsan pêk nehat. Gelek zarokên me yên Bakûr çûn li Rojava şer kirin û canê xwe dan. Em hêvîdarin ku aştiyek baş em ê bi hev re bibinin.”
Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.


