‘Heta kujer serbest bin edalet pêk nayê’
Şopdarên Mûsa Anter cihê ku Mûsa Anter lê hatibû qetil kirin ew bibîr anîn û diyar kirin ku dê pênûsa wî li erdê nehêlin û her tim di rêya heqîqetê de têbikoşin. Hevşaredarê Amedê yê berê Selçuk Mizrakli anî ziman ku heta kujerên Mûsa Anter serbest be û neyê cezakirin dê edalet pêk neyê û pêvajoya aştiyê pêş nekeve.

Rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ê ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilirin, li kolana ku lê hatî qetilkirin ji aliyê rojnameger, siyasetmedar û rêveberên saziyên civakî ve hat bibîranîn. Rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê ku di 20ê Îlona 1992yan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Bîranîna ku bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve li kolana 442yemîn a taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepe tê lidarxistin, tevî malbatan Anter, rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdar bûm. Ewil li ser navê DFGê Fexredîn Kiliç daxuyani xwed û anî ziman ku Musa Anter hem rûsipêyê kurd hem jî zanyarê kurd bû û wiha got: “Ew her tim li pey heqîqetê bû. Wî ziman, çand, nasname û hemû nirxên kurd parast. Îro bi sedan şargirtên wî pênusa wî hilgirtine û dê tu carî pênûsa wî li erdê nehêlin.
Piştre Hevserokê DFGê Selman Çîçek, Kurê Musa Anter Dîcle Anter, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê berê Selçuk Mizrakli û Parlamenterê DEMê Serhat Eren jî axaftin kirin. Di axaftinên xwe de anîn ziman ku Musa Anter pêşeng û rûsiyê kurdan bû û ji bo çand, ziman û nasnameya kurdan pêşengî kir. selçûk Mizrakli anî ziman ku hîn kujer serbest digere û heta kujer neyê cezakirin, dê edalet pêk neyê û aştî pêş nekeve.
Piştî axaftinê girseya ku kom bûn çûn cihê ku Musa Anter lê hatibû qetilkirin, qurnefil danîn û Mûsa Anter bibîr anîn. Li vir piştî rêz girtin, qurnefil danîn û belav bû.
Bîranîn bi danîna qurnefilan bi dawî bû.


