Hestiyarî: Têgeheke xwezahî yan avakirineke civakî?

“Jin ji mêran hestiyartir in” angaşteke ku ez bawer im, hem ji hêla gelek jinan ve û hem jî ji hêla gelek mêran ve tê pejirandin.

•
2 deqe xwendin
•Munewer Azîzoglu Bazan
Hestiyarî: Têgeheke xwezahî yan avakirineke civakî?

“Jin ji mêran hestiyartir in” angaşteke ku ez bawer im, hem ji hêla gelek jinan ve û hem jî ji hêla gelek mêran ve tê pejirandin. Heta zanist jî pirî caran heta roja me ya îro bi vê pêş-pejirandinê tevgeriyaye. Bêguman bi vê gotine kes nabêje ku mêr bê hest in, an jî ne hestiyar in, zêdetir tê xwestin ku bi vî awayî hestiyarbûna jinan derkeve pêş.

Têgînên jinbûn û hestiyarbûnê ji nêz ve têkîldarî hevdu tên pênasekirin. Ji ber vê yekê tê gotin ku dubendiya navbera hestiyarî û rasyonalî yekser girêdayî dubendiya jinbûn û mêrbûnê ye. Ji aliyekî ve bi vî awayî wêneyên zayendî yên di hişê me de rûniştine (stereotyp), nêrîna ku jin û mêr du zayend û bûyînên ji hev cuda, xwedî taybetmendî û şiyanên cuda ne, kûr dike; li aliyê din, ev têgihiştin fonksiyonên rola zayenda civakî ji nû ve ava dike. Angaşta ku dibêje jin li gorî mêran hestên xwe hîn kûrtir dijîn û kûrtir bi derdora xwe didin hestkirin, di gelek xebatên zanistî de jî hatiye îdîakirin. Ev lêkolîn bi giranî baweriyên nav civakî yênder barê cudahiyên zayendî de piştrast dikin. Lê li gorî hîn lêkolînan jî di jiyandin û bilêvkirina hestan de, di navbera zayendan de cudabûn hema bêje qet nîne, yan jî gelek kêm e. Divê li vir mirov kevanekê veke û wateya hestyarbûnê ji bo zayendan careke din raxine pêş çav. Nexwe wekî min di serî de jî got, ne ku tê gotin mêr bê hest in; hest jî tên dubendîkirin. Wek mînak hestên xurt û bihêrs bi zayenda mêr ve tên girêdan; û yên jar û dilzîz jî bi jinan ve tên girêdan. Li gorî lêkolînên ku li ser vê pejirandinê diçin, wek mînak jin bi hestên girêdayî têkiliyên civakî tên vegotin. Hestên girêdayî kesayeta xwe bi neyinî (şerm, fedî) û hestên girêdayî derî xwe, yên derveyê xwe bi erênî (sempatî, spasdarî) pênase dikin. Li aliyê din li gorî van lêkolînên ku li gorî baweriyên zayendî yên di nav qalib de mane, mêr hestên girêdayî kesayeta xwe bi awayekî erênî (serbilind û bixwerazî) û yên derveyî xwe neyînî (hêrs, dijminatî) pênase dikin. Li gorî van lêkolînan jin û mêr bi awayekî vekirî