Herîtag: Herî zêde dîroka Efrîn talan kirine

Li gorî agahiyên ku Kovara Heritagê ya zanistî parve kir, li Sûriyeyê ji sedî 59 warên dîrokî talan bûne. Kovar di lêkolînê de destnîşan dike ku herî zêde şûnwarên dîrokî yên Efrînê talankirin.

•
1 deqe xwendin
Herîtag: Herî zêde dîroka Efrîn talan kirine

Li gorî nûçeya ANHA ku xwe dispêre agahiyên Kovara Heritagê ya zanistî, talankirina li Sûrî di salên dawî de zêde bûye. Kovarê lêkolînek li ser deverên dîrokî yên li Sûriyeyê yên hatine talankirin û xirabkirin weşand. Kovar lêkolîna xwe dispêre nirxandina wêneyên satelîtê yên dawîn yên nêzîkî 199 deverên şûnwarî yên li Sûriyeyê, bajarê Efrîn wekî yek ji bajarên ku herî zêde yên hatine talankirin destnîşan kiriye. Lêkolîneran zirar li gorî çar şêwazên sereke: talankirina bi rêbazên kevin, talankirina bi buldozeran, leşkerîkirin û avakirina avahî û kampan li ser deverên şûnwarî, dabeş kiriye.

Ji sedî 59 cihên dîrokî hatin talankirin

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin ku ji 119 cihên dîrokî 116 cih (ji sedî 59) cih hatine talankirin. Hate gotin, "Ev rêje li gorî lêkolîna ku di navbera 2011 û 2016an de hatiye çêkirin, gelekî bilind e. Li gorî lêkolîna 2011-2016an, ji 2 hezar û 641 cihên dîrokî 355 cih anku ji sedî tenê 13.4 cih hatine talankirin."

Lêkolînê sedema belavbûna talankirinên biçûk jî bi paşketina rewşa aborî û ewlehiyê û lawaziya pêkanîna qanûnê ve girê dide û diyar dike ku ev cûreyê talankirinê di salên dawîn de zêde belav bûye.

Piştî Efrîn dagir kirin talan kirin 

Di lêkolînê de îşaret bi deverên dîrokî yên li Efrînê hatiye kirin ku bi dehan girên şûnwarî lê hene. Hate gotin, "Destpêka 2018an artêşa Tirk a dagirker û komên hevkarên wê hin herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kirine. Efrîn û herêma ku piraniya niştecihên wê kurd in û derdora Kobanê jî di nav de ne. Li van herêman hejmarek mezin a deverên dîrokî ji ber talankirina bi alavan zerarên mezin dîtin. Diyar e ku ev talankirin bi hemahengiya hêzên leşkerî yan jî di bin parastina wan de çêbûye."

Di lêkolînê de hatiye bibîrxistin ku devera dîrokî ya Eyn Darayê di destpêka 2018an de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin, piştre peykerê kevirî yê navdar ê şêr hat dizîn û veguhest Tirkiyeyê. Piştre kolandina bi rêk û pêk di Sibata 2019‘an de dest pê kir.

Di berdewama lêkolînê de hatiye diyarkirin ku wêneyên satelîtê nîşan dan ku heta Çileya 2022‘an, erdê girên bilind û nizm bi tevahî hatin kolandin û piştî rakirina hejmareke mezin ji tebeqeyên arkeolojîk, tenê perestgeheke kevirî mabû. Di lêkolînê de ev rêbazê kolandinê wekî yê herî xetere bi nav kir û sedema vê yekê wiha parve dike "Ev rêbaz ne tenê diziya şûnwran e, lê di heman demê de tebeqeyên dîrokî jî ji holê radike, tebeqeyên kevintir jî derdixe holê û di siberojê de wan jî rû bi rûyî ji talankirinê tê hiştin."

Lêkolînê bal kişandiye ser devera dîrokî ya Nebî Hûrî Cyrus) a li gundewarê Efrîn. Tê gotin ku hilweşandina sîstematîk a vî cihî di navîna sala 2019an de dest pê kir. Wêneyên satellite yê di Cotmeha 2020an de hatin kişandin, nîşan bidin ku cih hema hema bi tevahî wêran bûye.

 

Di lêkolînê de her wiha wêrankirina cihekî bi koda"CRN 4715" belge kiriye. Li gorî lêkoînê, di sala 2019an de hate dîtin ku buldozeran li ser gir xebitîn, piştre darên zeytûnê hatin rakirin û di destpêka 2022an tevahî tebeqeyên wê yên arkeolojîk hatin kolandin.

Di lêkolînê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku deverên şûnwarî bûne qadên leşkerî, li van cihan xendeq û stargeh hatin avakirin û li ser girên dîrokî qaîdeyên obîsan hatin bicihikirin.

Di lêkolînê de hatiye gotin ku di salên aloziyê de beşên mezin ji devera dîrokî ya Êblayê ya li Idlibê û girê Qerqûr ê li Hemayê bibûn cihên leşkerî û di encamê de tebeqeyên wan hilweşiyan. Dîsa jî teqemeniyên neteqyayî û madeyên qirêj li van cihan hatine hiştin. Lew ra beriya sererastkirina wan divê ev made bêne rakirin.

Li gorî lêkolînê, Girê Til El Beya yê rojhilatê Reqayê jî di nav de li ser gelek cihên dîrokî kampên koçberan hatine çêkirin. Hate gotin wêneyên satelîtê hebûna zêdetirî 120 konan di navbera salên 2018 û 2020‘an de eşkere kirin. Hate diyarkirin ku her çendî ku kamp piştre hatibin rakirin jî, lê zirareke mezin li cihên dîrokî bûne û çalên nû yên talankirinê xuya bûne.

Kovara Heritage kovareke zanistî ya navneteweyî ye. Eleqeyê dide mîrata çandî û xwezayî. Kovar ku navenda wê li bajarê Basel ê Swîsreyê ye, mehane ye ji aliyê weşanxaneya MDPI‘yê ve tê weşandin.