Herî zêde elewî aştiyê dixwazin’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir di civîna gel a li Dîlokê de diyar kir ku ew ji bo avakirina welatekî ku her kes tê de azad bijî dixebitin. Welatiyekî elewî jî di civînê de axivî û got: “Yek ji beşên herî zêde aştiyê dixwazin elewî ne.”

•
1 deqe xwendin
Herî zêde elewî aştiyê dixwazin’

DBPe bi dirûşmeya “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” civînên gel berdewam dike. BDPê di oja 3yemîn de civînên xwe yên bi gel re li Dîlokê berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û heyeta pê re tevli bernameyên li bajêr bûn.

Heyeta DBPê di çarçoveya bernameyê de ewil Komeleya Çandê ya Elewiyan a li navçeya navendî ya Şahînbeyê ziyaret kir. Tevahiya komeleyên Elewiyan ên li bajêr tevli vê civînê bûn. Di civînê de li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxandin hatin kirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di civînê de got: “Em ji bo welatekî azad ku di paşerojê de her kes tê de bi awayekî azad bijî dixebitin. Ji bo ku ev pêvajo bibe herdemî û nasnameyên baweriyên cuda yên di vê xakê de bên qebûlkirin, hewcedarî bi peymaneke civakî heye.”

Piştî Keskîn Bayindir welatiyekî Elewî nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser zextên li ser civaka Elewiyan û got: “Beşê ku herî zêde aştiyê dixwaze Elewî ne. Ji ber ku bi sedsalan e civaka ku herî zêde rûbirûyê zext û zilmê bûye civaka Elewiyan e. Me ev yek li Sêwas, Mereş û Çorûmê jiya. Ev şerên yekalî û bêparastin bûn. Em ne welatiyên wekhev in, em mafên xwe dixwazin.”

‘Dewlet gavan navêje’ 

Welatiyekî din ê tevli civînê bû, bal kişand ser bêbaweriya li hemberî pêngavên dewletê û wiha got: “Berê jî em li ser pêvajoya çareseriyê demeke dirêj axivîn. Lê encam li ber çavan e. Ji ber vê yekê hêviya min ji vê pêvajoyê tune ye. Çi qas hêvî bê belavkirin jî ji aliyê dewletê ve tu gav nayên avêtin.”

Li ser heman mijarê welatiyekî din jî destnîşan kir ku çareserî di demokrasiyê de ye û wiha domand: “Pirsgirêkên me hemûyan yek in. Em di bin heman hewayî de nefesê digirin û li ser heman axê dijîn. Pirsgirêka Elewiyan û ya Kurdan ne ji hev cuda ye. Ev pirsgirêk tenê bi demokrasiyê çareser dibin.”

Heyeta DBPê piştî hevdîtina li Komeleya Çandê ya Elewiyan, derbasî gundê Çaxûtê yê navçeya Nizîpê bû. Heyetê li vir jî bi welatiyan re civînek li dar xist û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş kirin. Di civînê de welatî li ser geşedanan hatin agahdarkirin û bang li wan hat kirin ku têkoşînê mezin bikin.

Girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî

Heyeta DBPê piştî gundê Çaxûtê, derbasî gundên taxa Qamişloyê bû. Di civînên gel de ku jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşan da, welatiyan diyar kir ku ew di zûtirîn dem de li bendê ne ku gavên berbiçav bên avêtin. Welatiyan anî ziman ku ji ber dewlet gavan navêje ew rûbirûyê bêbaweriyê dibin û destnîşan kirin ku divê gelê Kurd têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî hîn bêtir mezin bike.

Civîna gel, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.