Hemo: Azadiya gelan di fikrê Rêber Apo de ye

Di salvegera destpêkirina Komploya 9ê Cotmehê de, Şêx Ehmed Hemo destnîşan kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn di fikir û projeye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û got: “Hêzên navneteweyî û dewleta tirk xwestin bi komployê şoreşê bifetisînin. Lê berxwedana gel û tevlêbûna pêkhateyên ereb, tirk û kurd ev xeyalên wan di qirika wan de hiştin.

•
1 deqe xwendin
Hemo: Azadiya gelan di fikrê Rêber Apo de ye

Di ser destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin re 28 sal derbas bûn.  Li dijî komploya ku armanc dikir îradeya gelê kurd teslîm bigirin, li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropa  berxwedaneke dîrokî hat meşandin. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Giştî ya Rojavayê Kurdistanê Şêx Ehmed Hemo ku di nav civakê de bi navê Şêx Mişmiş jî tê naskirin, têkildarî derbasbûna Abdullah Ocalan a Rojava, kûrbûna berxwedana li Lubnan û Şeqîfê û encamên Komploya Navneteweyî ji Azadiya Welat re axivî.

Derbasbûyîna Kobanê

Şêx Ehmed Hemo bal kişand ser mercên dîrokî yên salên 1970yî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibû avakirin û got: “Dewleta tirk hemû derfetên xebata siyasî û sivîl li ber gelê kurd girtibûn û pêvajoya derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê dest pê kir. Di dawiya salên 70yî de, li Bakurê Kurdistanê ti derfet nedihatin dayîn ku kurd bi nasname û mafên xwe yên wekhev tevlî jiyanê bibin. Li hemberî vê zextê, dema ku amadekariyên derbeya leşkerî ya 1980yî dihatin kirin, di navbera Rêber Apo û hevalên destpêkê yên wekî Şehîd Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Mazlum Dogan de nîqaşên kûr çêbûn.

Hinek partiyên din ên siyasî berê xwe dan Ewropayê. Lê Rêber Apo teza derbasbûna Rojhilata Navîn pêş xist. Ji ber ku erdnîgarî, civak û eşîrên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê yek bûn, sînorên çêkirî ji bo gel bêwate bûn. Di tîrmeha 1979an de Rêber Apo derbasî Kobanê bû. Ev gav ne veguhestina cîhekî bû. Belkî xêzkirina qedera stratejîk a gelê kurd bû."

Têkiliya bi berxwedana Filistînê re

Şêx Ehmed Hemo destnîşan kir ku di wê serdemê de xebatên partiyên kurdî yên li Rojava tenê teorîk man û nebûn xwedî pratîkeke ku bersivê bide êrîşên dijmin û wiha got: “Lê piştre, bi perwerdehî û birêxistinkirina gel re qonaxeke nû dest pê kir. Tevlêbûna şervanên kurd a di refên berxwedana Filistînê de û şerê li Keleha Şeqîfê ya Lubnanê di salên 1980-1982an pêş ket.  Di navbera bloka sosyalîzm û emperyalîzmê de, Îsraîl girêdayî Amerîkayê bû û dewleta tirk jî di nav NATOyê de heman rol dileyîst. Dijmin yek bû. Di şerê Keleha Şeqîfê de hevalên me ligel tevgerên Filistînî berxwedaneke dîrokî nîşan dan û 11-12 şehîd dan. Piştre Kampa Filistînê veguhherî Akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz. Vê akademiyê ne ji bo berjewendiyên kesane bû. Ji bo azadiya Kurdistanê bi hezaran milîtan û pêşeng gihandin. Mirov dikare vê demê wek kronolojîk wiha bêje; Rêber Apo 1979an de Derbasê Kobanê bû, 1980-82an de Berxwedana Şeqîfê/ Lubnan, avakirina Akamdemiya Şehîd Mahsum Korkmaz, Bûyîna hêza Civakî; ji Efrînê heta Dêrikê, 1998-99an de jî komploya Navneteweyî û pêngava Agir.”

‘Pêxembertiya exlaqî û şoreşa civakî’

Ehmed Hemo bal kişand ser guherîna civakî û şoreşa zehniyetê ya ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê afirandiye û wiha pê de çû: "Mîna hesreta Pêxember ku ji bo bidawîanîna koletî û temamkirina exlaq derket, Rêber Apo jî ji bo gelekî ku digotin 'me li ser çiyê Agirî bin ax kiriye' bû hêviya vejînê. Wî tevahî tiştên kesane ji bo xwe qedexe kirin. Jiyana xwe diyarî gel kir. Li civakeke ku berê nehatibû dîtin keçek ji malê derkeve, bi bandora vê fikirê re kesên wekî Şehîd Dîcle berê xwe dan şoreşê. Daxwaza Şehîd Xeyrî Durmuş ku gotibû 'Li ser gorî min binivîsin, ez deyndarê gelê xwe me', bû wijdana vê tevgerê. Her wiha tevlêbûna şehîd Şehîd Hekî Karer ê ji pêkhateya tirk û Şehîd Ezîz ê ji pêkhateya ereb nîşan da ku ev proje ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ye."

‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’

Şêx Ehmed Hemo destnîşan kir ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û leşkerî dixwestin Rojhilata Navîn di nav aloziyê de bimîne, lewma di salên 1916an de Sykes-Picot û 1923yan de Kurdistan parve kirin û di 1998an de jî li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo pêşxistin û wiha berdewam kir: "27 dewletan di vê komployê de cîh girtin. Ew dixwestin mîna serhildanên berê Şêx Seîd û Seyîd Riza, dema pêşeng hat girtin, tevger jî biqede. Lê hesabê wan negirt. Gelê Kurd pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ da destpêkirin. Ev pêngav nesekinî, berxwedan kir agir û li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê belav bû. Bi sed hezaran kes rabû ser piyan. Ev berxwedana gel û berfirehbûna Projeya Rêber Apo pilanên wan pûç kirin. Îro jî em li Rojavayê Kurdistanê aramiya herêmê diparêzin. Ev projeya aştî, xwişk û biratiya gelan û demokrasiyê bi saya fikrê Rêber Apo ye û dê heta avakirina Kurdistaneke azad bidome."