Hem darve kir hem malê wî desteser kir
Rejîma Îranê Şahram Sadeghî, darve kir û malê wî desteser kir. Rejîma Îranê di 4 mehên dawî de 342 kes darve kir.

Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta tev li çalakiya mela çile bûye Şahram Sadeghî darve kir û dest danî ser mal û milkê wî. Piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryar erê kir, vê siharê Şahram Sadeghi hate îdamkirin. Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dadgera Îranê Mizanê, mal û milkê Sadeghi hate desteserkirin.
Îranê di 4 mehên dawî de 342 kes darve kir
Kampanya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ragîhand ji meha Adara 2026an ve herî kêm 342 kes li Îranê hatine darvekirin
32 welatan Îran şîyar kir
Fransa, Îngilistan, Kanada, Îrlanda, Awistralya, Hollanda, Danîmarka, Swêd, Portekîz, Elmanya, Îspanya û Îtalya jî di nav de 32 welatan bi daxuyaniyeke hevpar zêdebûna cezayê darvekirinê yên li Îranê ku li hemberî xwepêşanderan şermezar kirin.
56 kes ji dozên siyasî darve kirin
Li gorî daneyên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, ji nîva Adara 2026’an û vir ve, ji ber dozên siyasî herî kêm 56 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin ku 27 ji wan girêdayî dosya xwepêşandanan bûne. Her wiha di niha de rîska darvekirinê li ser jiyana 68 beşdarvanên din ên xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê heye.


