Helbestvanê raperîn û berxwedanê: Ahmet Tellî
Helbestvan Ahmet Tellî ê ku di 79 saliya xwe de koça dawî kir li pey xwe deryayek helbest û berxwedana xwe ya li dijî zilm, zordarî û faşîzmê hişt.

Helbestvan Ahmet Tellî ku demekê dirêj bû ji ber nexweşiya penceşera pişikê tedawî didît, roja 10ê tîrmehê di 79 saliya xwe de xatir ji helbesthezan, wêjehezan xwest û koça dawî kir. Ahmet Tellî di 2yê kanûna 1946an de li navçeya Eskîpazar a Çankiriyê ku niha bi ser Karabukê ve ye ji dayik dibe. Ahmet Tellî ku mamosteyê wêjeyê ye li Tirkiyeyê di nava cemaeta helbestê de yek ji hosteyên helbestê bû. Di darbeya 12ê Îlon 1980yî de ji ber fikir û ramanên xwe ji mamostetiyê tê dûrxistin û bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne. Ahmet Tellî demekê di girtîgehê de dimînê û piştrê jî dest bi karê edîtorî û weşangeriyê dike.
Ahmet Tellî helbesta xwe ya yekemîn di sala 1961an de diweşîne û di helbestên xwe de piranî li ser berxwedan, bêedaletiya di nava civakê de, zext û zilm û eşq û evînê radiweste. Ahmet Tellî ku yek jî helbestvanekî navdar û gelek helbestên wî di nava civakê de belav bûne, gelek pirtûkên wî derçûn e. Gelek helbestên wî di nava civakê de belav bûnê. Ahmet Tellî ji ber van helbestên xwe xelatên weke Omer Faruk Toprak û Porteqela Zêrîn werdigire.
Her tim li dijî zilm û zordariyê rabû
Ahmet Tellî yek jî helbestvanek sosyalîst bû û her tim li dijî pergalê rawestiya. Hem bi pênûsa xwe û hem jî bi helwest û dirûşmeyên xwe li dijî pergalê li rex bindestan sekinî. Ahmet Tellî ji salên 70yî vir ve di nav komên çepgir de cih girt û li dijî pergalê tev li çalakî û xwepeşandanan bû. Ahmet Tellî yek ji sazûmankarê Komeleya Zanist, Huner û Wêjeyê û Federasyona Şoreşgerên 78an bû. Ahmet Tellî ji ber helwesta xwe ya siyasî gelek caran hat binçavkirin û gelek doz der barê wî de hatibûn vekirin. Di sala 2017an de ji ber ku tev li bîranîna Ulaş Bayraktaroglu bûbû û li wir helbest xwendibû hatibû darizandin û 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Her wiha Ahmet Tellî li ku çalakiyeke li dijî zilm û zordariyê hebûya ew li wir bû û di nav rêxistinên sosyalîst de bi awayek çalak cih girt.
Dostê kurdan bû
Ahmet Tellî yek jî dostekî kurdan bû. Gelek caran piştgiriya têkoşîna mafên neteweyî yên gelê kurd kiribû û di daxuyaniyên xwe de jî gotibû divê pirsgirêka kurd di çerçoveya demokrasiyê de were çareserkirin û mafên gelêk kurd ên zimanî û çandî bi cih werin. Ahmet Tellî di daxuyaniyeke xwe de der barê têkoşîna azadiya gelê kurd wiha gotibû, “Têkoşîna gelê kurd dikarê pêşeroja me hemûyan rizgar bike. Berxwedana rûmeta mirovahiyê ye, li dijî vê barbariyê dê teqez pêşeroja mirovahiyê ronî bike.” Ahmet Tellî kiryarên dewletê yên li dijî gelê kurd jî weke, “hovîtiyê” pênase dikir û tu carî li dijî zilma li ser gelê kurd bêdeng nema. Ahmet Tellî di sala 1980yî de ji ber ku li ser helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn nivîsek nivisiyê tê darizandin. Her wiha pesna wêjeya kurdî daye û xwedî lê derketiyê. Her wiha gelek caran jî tev li çalakiyên partî û saziyên kurdan bûye û piştgirî daye.
Li pey xwe helbestên berxwedanê hişt
Ahmet Tellî der barê helbestên xwe de dibêje helbestên wî helbestên berxwedana li dijî zilm, zordarî û faşîzmê ne. Ahmet Tellî ji bo piştgiriya wêjeya kurdî pirtûka xwe ya helbestê ya bi navê “Gul e Rojhilata Rûyê Te” kurdî û tirkî diweşîne. Helbestên Ahmet Tellî ji gerîlayan heta karkeran, ji karkeran heta çalakvanan li ser zar û zimanê xelkê belav bûne. Ji ber ku Ahmet Tellî di helbestên xwe de rastiya civakê û zilma pergalê raxistiyê ber çavan ji aliyê civakê ve jî dihat hezkirin. Lewma piştî mirina Ahmet Tellî hezkiriyên wî bi helbestên wî dê wî oxir bikin.
‘Dibe ku dîsa werim…’
Yek ji helbesta Ahmet Tellî ya navdar jî ev e; “Dibe ku dîsa werim heke yek deng bide dengê min.” Ahmet Tellî vê helbesta xwe li ser darbeya 12ê Îlonê nivîsandiye û mirina hevrêyên xwe, windayan, sirgûnî û hêrsa li dijî kiryarên dewletê di vê helbesta xwe de tîne ziman. Lê di helbestê de bi gotina, “Dibe ku dîsa werim” hêviyê jî ji bîr nake. Ji ber ku di helbestên wî de bi qasî xemgîniyê hêvî, raperîn û berxwedan her tim bi hev re cih girtin e.
Taybet ana bûbû mijara helbesta wî
Her wiha Ahmet Tellî li ser dayika Taybet jî ku li Silopiya di sala 2015an de hatibû kuştin jî helbestek bi navê, “Ax jinê, gelo navê te Cizîr bû an Şirnex bû, dibe ku Nisêbîn be jî, ka tu bêje” nivîsandibû. Ahmet Tellî di vê helbestê de bal kişandibû ser wêrankirin û xirakirina navçe û bajarên bakurê Kurdistanê ku di sala 2015an û 2016an de pêk hatibû. Tellî di helbestê de qala Taybet Ana, Haci Lokman Bîrlîk, Berkîn Elvan, Mem û Zînê, Melayê Cizîrê dike.
Pirtûkên Ahmet Tellî ev in:
Belkî Yîne Gelîrîm – (Dibe ku dîsa werin )
Çocuksun Sen – (Tu zarok î)
Su Çurudu – (Av Riziya)
Buradayim Sozumde – (Gotina min jî Li vir im)
Arkadaşlik Gunlerîydî – (Rojên hevaltiyê bûn)
Sulara mi yazildı – (Gelo ji avê re hate nivîsandin)
Barbar ve Şehîa – (Hov û Şehia)
ÇAVKANÎ: AJANSA WELAT


