Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Hejmara nû ya kovara Hunerê hate weşandin. Hejmara nû 76 rûpel e û kovarê Hozan Şemdîn derxistiya berga xwe.

•
1 deqe xwendin
Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Hozan Şemdîn îsal bi çalakiyên cûrbecûr 40 saliya hunera xwe pîroz dike. Kovara Hunerê gotarek taybet li ser Hozan Şemdîn weşandiye. Kovar pêy vê pirsê ketiye: "Hozan Şemdîn jiyana xwe ya hunerî de kîjan berhem afirandiye?" Kovarê albûmên hunermend û di nav HUNERKOM û Koma Berxwedanê de rola wî nirxandiye. Kovarê li ser dengbêjiyê jî şîroveyek taybet parve kiriye û ev pêşniyar pêşxistiye:

 "Hozan Şemdîn di navbera salên 1998 û 2018’an de (20 salan), bernameyên dengbêjiyê amade kiriye û di televîzyonan de pêşkêş kiriye. Wî mazûvaniya 864 dengbêjan kiriye. Wî îspat kir ku dengbêjî stûnek çanda Kurdî ye. Wî nirxa dengbêjiyê ji bo tevahiya neteweyê bilind kiriye. Lêkolîner divê vê keda Hozan Şemdîn bi amadekirina Ansîklopediya Dengbêjan tacîdar bikin."

‘Ma gelê kurd ne Hêjayî Ehmedê Xanî yên nû ye?’

Kovarê axaftinek a Rêber Apo parve kiriye, ku Ehmedê Xanî, Tolstoy û Harold Pinter şîrove dike. Rêber Apo piştî şîroveyê pirsekê dike. Dibêje: “Em ne bêkok in. Berhemên wekî Mem û Zîn, Hezar û Yek Şevan, Masnavî û Şahname li erdnîgariya me derketiye. Têkoşîna me bêhejmar leheng derketin. Divê lehengên me ji bo nifşên nû, bi rêya wêje û hunerê wekî mînak werin pêşkêş kirin. Ma gelê Kurd ne hêjayî Ehmedê Xanî yên nû ye?”

70 stranên şehîdan 

Kovara Hunerê di vê hejmarê de beşek taybet daye stranên şehîdan. Kovarê 70 stranên Seyda Perînçek û Bermal Çem parve kiriye, ku ev stran hemû ji bo şehîdan hatiye afirandin. Kovarê navê stranan û şehîdan yek bi yek nivîsiye û çendîn çîrokên stranan jî parve kiriye.

Şîna “lawê mın”

Kovarê bi navê, “Sê Xwişk û Bira: Dîlber, Naîf û Ciwan Haco” dosyayek weşandiye. Di dosyayê de xizmeta sê xwişk û birayan ji bo muzîka Kurdî nirxandiye. Kovarê diyar kiriye ku piranî stranên Ciwan Haco endamên malbata xwe nivîsiye û bestekariya wî şîrove kiriye. Di nav vê dosyayê de şîna “Lawê Min” tesîr li ser xwendekaran dihêle. Şînê Dîlber Haco nivîsiye û muzîka wê jî Ciwan Haco afirandiye. Ev şîn ji bo birayê şehîd, Naîf Haco afirandine. Kovarê jiyana Naîf Haco ve xizmetên wî ji bo şoreşa Kurdistanê jî nivîsiye.

Kovara Hunerê, danasîna pirtûka bi navê “Richelieu / Kunst, Macht und Politik” (Huner, Hêz û Polîtîka) jî kiriye. Pirtûkê dîroknasê hunerê Hilliard Todd Goldfarb amade kiriye, ku li ser jiyana Armand Jean du Plessis de Richelieu ye. Richelieu, li Fransayê di navbera 1624 û 1642’yan de Serokwezîr bûye. Nivîskar nîşan dide, ku wî wênesazî, peykervanî û şanoyê ji bo polîtîkayên xwe çawa bikaraniye.

Çend mijarên kovarê jî ev in:

 Ji Argaîsoê Heya Kurdistanê: Rêwîtiya Şanogerekî

Ji Hozan Aydin Çar Albûmên Nû

Tesîra Strana Rojbaş Gêrîla

1994 Maastricht: I. Konferansa Çand û Hunera Kurdî

Bahadîn Robar: Di Çanda Kurdî de Kew Kewgîr û Kewgîrî

Elif Sonzamancı: Hewtemal û Şanoya Roza Kay