Hejmara girtiyên jin ji sedî 411 zêde bû
Li gorî lêkolîna Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), di serdema AKPê de hejmara girtiyên jin ji sedî 411 zêde bûye. Li Tirkiyeyê di 21 salên dawî de hejmara girtiyan ji 55 hezar û 870yî derketiye 427 hezar û 525 kesî. Ev polîtîkayên darazê yên AKPê nîşan dide.

Dema mirov tabloya girtîgehan û edaletê binirxîne; divê ne tenê yek bi yek li ser bûyeran, li tevahiya pergala edaleta cezayê binihêre. Li Tirkiyeyê di 2005an de nêzî 55 hezar û 870 girtî di girtîgehan de bûn. Îro hejmara girtiyan 8 qat zêde bûye û gihîştiye 427 hezar û 525 kesan. Di salên dawî de li ruxmê gelek guhertinên înfazê hatin kirin û bi hezaran kes hatin berdan jî dîsa hejmara girtiyan her tim zêde dibe. Di vê rewşê de tê dîtin ku dewletê polîtîkayên bi girtinê cezakirin, ji bo xwe kiriye feraseta rêvebirinê. Ev pêvajoya girtinê jinan jî rasterast eleqeder dike.
Di 25 salên dawî de li Tirkiyeyê hejmara girtiyên jin ji sedî 411 zêde bûye. Rêjeya hejmara girtiyên jin, rêjeya girtiyên mêr derbas kiriye. Ev polîtîkayên girtinê, tenê bi girtina mirovan li nav çar dîwaran bi sînor namîne. Gelek girtî li ruxmê înfaza wan temam bûye jî nayên berdan. Berdana girtiyan ji însafa lijneya çavdêrî û îdariyê re hatiye hiştin.
Li Tirkiyeyê êdî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê (IGK) xwe xistiye şûna dadgehê. Li şûna dadgehê biryarê dide. Ji ber ku dewletê erkeke mezin daye, ew li gor kêfa xwe girtiyên siyasî bernade.
Di çarçoveya rêziknameya 1ê çileya 2021ê de, erka lijneyê hat zêdekirin. ÎGK êdî xwe dixe şûna dadgehê û bi hinceta ‘halê baş’ heye yan tune ye, dikare biryara dirêjkirina ceza bide.
Ji bo girtiyên jin ên siyasî ev rewş ne tenê taloqkirineke îdarî ye. Rasterast cerebe û têkoşîna jinan dike hedef. Pergala venêrtina li ser vîna jinê ye. Lijneyên girtîgehan daxwaza ‘poşmantiyê’ dispêre girtiyan û bi vê yekê dixwaze vîna jinan a polîtîk bişikîne. Dixwaze jinan lawaz bike û bi xwe ve girê bide.
Jinên ku cezayên xwe temam kirine, bi veguherandina hûrguliyên herî samîmî yên jiyana rojane -ji bikaranîna elektrîkê û avê bigire heta pirtûkxaneyê û ji dînamîkên odeyê bigire heta têkiliyên dayik û zarokan- ji bo pîvanên darizandinê, di nav çerxek cezayê bêdawî û şîdeta psîkolojîk de li ser bingeha keyfî asê dimînin. Lê, ev nêzîkatiya li hember jinan ne tenê bi jinên girtî yên siyasî re sînordar e. Korbûna zayendî û nebûna perspektîfek li ser bingeha mafan di nav pergala dadweriya cezayî de encamên wekhev li seranserê deverên cuda çêdike, bandorê li her tiştî dike. Bandorê li ewlehiya jinan heta mafên jinên girtî dike.
Di rastiyê de, mesele ne du siyasetên cuda, encamên cuda yên heman nêzîkatiya di dadweriya tawanan de ye. Mesele li vir ew nêzîkatî ye ku jinan naxe navenda xwe. Li aliyekî, mêrên ku li dijî jinan sûc kirine û tên berdan, li ruxmê ku tundî bi kar anîne û hatine mehkûmkirin jî, mekanîzmayên xurt ên nirxandina rîskê, çavdêriyê û parastina qurbaniyan nayên kirin. Ev dibe sedem ku mêr kuştina jinan berdewam bikin. Ji aliyê din ve, dema mijar dibe girtiyên siyasî yên jin, berdana wan tê bipaşxistin. Tevî ku nexweş in û cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Lijneya çavdêriyê destûr nade ku jin bigihîjin mafê xwe yê azadiyê.
Jin dibin qurbaniyên siyasetê
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDê ya Stenbolê, têkildarî polîtîkayên darazê, destnîşan dike ku dewlet di warê parastina mafê jiyanê yê jinan û parastina mafên azadî û tenduristiyê yên jinên girtî de, nêzîkatiyeke biprensîb li ser bingeha mafan nîşan nade û vê hişyariyê dide: “Pêwîst e parastina jinan li hemberî tundiya mêran û misogerkirina mafên wan ên bingehîn li girtîgehan bi heman perspektîfa mafên mirovan bên nirxandin. Bêyî nêzîkatiyeke wiha ya berfireh, ew jinên ku li hemberî tundiya mêran bêparastin mane û ew jinên girtî yên ku rastî binpêkirina mafan tên, dibin qurbaniyên cuda yên heman siyasetê.”
Komîsyon diyar dike ku nêzîkatiya li hemberî jinan mirov tenê bi polîtîkayên înfazê bi sînor bike kêm dimîne û van daneyan dide. “Li gorî girtek û îstatîstîkên bîanetê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, tê dîtin ku tundiya li dijî jinan pir bi rêk û pêk belav dibe. Dema ku jin ji aliyê mêran ve rastî tuntiyê tên, mafê wan heye ku xwe bi zagona hejmar 6284an biparêzin. Navenda Çavdêrî û Astengkirina Tundiyê (ŞOMÎNN) ku bi zagona hejmar 6284an hatiye avakirin, piştgiriya derûnî dide jinan. Li gorî agahiyên ku komîsyona me ji girtiyên jin bi dest xistine, ji bo parastina mafên jinên girtî tiştek nayê kirin. Pergala înfaza ceza vî mafê xweser ê jinan li ber çavan nagire. Jinên ku li derve rastî tundiyê tên û têne girtin, li girtîgehê cara duyemîn rastî tundiyê tên. Yek ji aliyê ku tundiya li ser jinan kûr dike milê aborî ye. Bi taybetî jinên girtî yên edlî, ji ber xizaniyê rastî newekheviyek mezin tên.”
Pergala mafê parastinê tune ye
Komîsyona OHDê ya Stenbolê, destnîşan dike, pirsa ku herî zêde li ser bê sekinandin ev e, ‘Pergala edaletê jinan çiqas diparêze?’ Komîsyona OHDê bi van xalan balê dikişîne ser tabloya îro: “Tabloya îro nîşan dide ku jin ji tundiyê nayên parastin. Hem li derve û hem li girtîgehê pergala ku mafê wan diparêze tune ye. Polîtîkayên ceza ku jinê nake navenda xwe û vîna jinê esas nagire, mafê jinan ên azadî, wekhevî û jiyanê birîn dike. Di tabloyeke wisa de kiryarên di demên dawî de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derketin holê, nîşan dide ku rejîma înfazê, ne tenê di aliyê hiqûqî de, di heman demê de, bûye amûreke polîtîk. Jinên ku mafê berdana bi şert bi dest xistine, ji aliyê Lijneya Çavdêriya Îdareyê ve bi awayekî keyfî têne astengkirin. Ev rewşa ku bi kêfî li ser girtiyan dixin meriyetê, nîşan dide ku cezayekî din li ser jinan ferz dikin. Li girtîgha Bakirkoyê tehliyeya Sîlva Rashid carekê taloq kirin û tehliyeya Sureyya Bûlût û Dîlek Oz du caran. Ev dirêjkirina li girtîgehê bi temamî ji aliyê lijneyê ve bi awayekî kêfî pêk hat. Dîsa li heman girtîgehê Eylem Ozer, Mekiye Sonuk û Dîlan Kûtlu jî li ruxmê mafê berdanê bi dest xistin jî dîsa nehatin berdan. Înfaza van jinan heta dawiyê dirêj kirin. Ev nîşan dide ku mafê berdana bişert ji bo jinan bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Berdana bişert mafekî girtiyan e. Bi hinceta ‘cezayê hucreyê’, ‘cezayê dîsîplînê’ vî mafê jinan ji destê wan werdigirin.”
Komîsyon destnîşan dike ku mînakên heyî nîşan didin ku ev dirêjkirina ceza ne kiryarên jirêzê ne. Tabloya derdikeve holê nîşan dide ku ev lijne êdî bûye saziya cezakirinê û dixwaze ji jinên siyasî ‘jinên maqûl’ ava bke.
Komîsyon diyar dike ku bi taybetî nirxandinên ‘nebûna halê baş’, spartina krîterên ‘poşmanî’ û ‘qebûlkirina sûc’, ‘cezayê dîsîplînê’ û ‘dubarekirina dosyayên wekî hev’ yên lijneyê, ji rastî û hiqûqê dûr in û wiha bi dawî dike; ‘’Dema mînakên Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jî li ber çavan bê girtin, dide xuyakirin ku ev sepandin ne ji rêzê ne. Dijberî vê yekê binpêkirina rêgezên sereke yên hiqûq, ewlehî û wekheviyê ne. Ji ber vê yekê divê pîvanên hiqûqê ji nû ve bên sererastkirin.”


