Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Hevşaredarê berê yê Xinûsê neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat (72) li bajarê Wuppertal ê Almanyayê li nexweşxaneyê wefat kir. Cenazeyê Firat dê li gundê wî Qolhesarê were veşartin.

•
1 deqe xwendin
Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Hevşaredarê berê yê Xinûsê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Hasan Basrî Firat jiyana xwe ji dest da. Basrî Firat ê ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya kurd kir, jiyana xwe bi girtin, sirgûn û fealiyetên siyasî yên bênavber derbas kir. Hasan Basrî Firat li Nexweşxaneya Helios Universitätsklinikum Wuppertal (Zanîngeha Witten/Herdecke) koça dawî kir. Firat ev demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyê tedawî dibû û di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat ragirtin. Hat zanîn ku îro şeveqê wefat kiriye.

Piştî wefata wî siyasetmedarên kurd ên li sirgûnê, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk û xizmên Firat berê xwe dan nexweşxaneyê.

Ji hevserokatiyê heta sirgûnê

Hasan Basrî Firat sala 1954an li gundê Kolhesarê yê ser bi navçeya Xinûsa Erziromê ve ji dayik bûye. Weke endamekî malbata Şêx Seîd, ji temenê xwe yên ciwantiyê û şûnde di nava têkoşîna siyasî de cih girt.

Firat sala 1990î wezîfeya Serokatiya Navçeya Xinûs a Partiya Kedê ya Gel (HEP) bi rê ve bir, piştî polîtîkayên zextdar ên dewletê yên li herêmê û pêvajoya binçavkirinê neçar ma ku ji warê xwe biçe û salên dirêj li Mêrsînê li sirgûnê jiya. Di destpêka salên 2000î de car din vegeriya Xinûsê û têkoşîna xwe ya di siyaseta demokratîk a kurd de bi biryardarî domand. Di sala 2009an de Serokatiya Şaredariya Xinûsê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) kir.

Firat di hilbijartinên xwecihî ya 30yê Adara 2014an de weke namzetê kevneşopiya HDP/DBPê ji bo Hevşaredariya Xinûsê hate hilbijartin. Ji xeynî xebatên xwe yên şaredariyê, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bi roleke aktîv rabû.

Lê belê ji ber dozên li ser hatine vekirin û cezayên hepsê yên lê hatine birîn, di 10 salên dawî de neçar ma ku li Almanyayê li sirgûnê bijî.

Tev li xebatên KNKê bû

Hasan Basrî Firat di salên sirgûnê de jî ji têkoşîna xwe bi paş ve gav neavêt û xebatên xwe veguhest qada navneteweyî. Firat demekê Endamtiya Şura ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi rê ve bir û di bin banê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de siyaseta aktîv kir. Weke endamê KNKê derbarê yekîtiya neteweyî ya Kurd, dîplomasî û aştiya civakî xebat kirin.

Cenazeyê Hasan Basrî Firat piştî kar û barên fermî, wê bişînin gundê wî Qolhesarê û li qebristana malbatê were veşartin.