Hamît Gulcan bi girseyî bi bîr anîn

Nûnerên saziyên civakî di pêşengiya MEBYA-DERê de Şehîdê Tevgera Azadiyê Hamît Gulcan li girseyî bi bîr anîn.

•
1 deqe xwendin
Hamît Gulcan bi girseyî bi bîr anîn

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nasnameya şehadeta cangoriyên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. Piştî agahî belav bû, li gelek navendan bernameyên bîranînê hatin amadekirin. Yek ji Şehîdên Azadiyê jî Hamît Gulcan ê binasnav Brûsk e. Hamît Gulcan di kanûna sala 1995an de tev li bibû û di 1ê Nîsana 1997an de li Çirava girêdayî Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû.

Bîranîna Hamît Gulcan ku duh li mala şînê ya Alîpinarê ya navçeya Rezanê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam kir. Gelek sazî û nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DERê serdana bîranîna Hamît Gulcan kirin.

Di bîranînê de hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz li ser navê MEBYA-DERê û hemû saziyên tev li bûyî sersaxî xwest û wiha got: “Ev deh roj in rojeva gelê Kurd şehîd in. Yê rê ya me ronî dikin şehîd in û em bejna xwe li ber wan ditewîmin. Gelek welatan ji bo serxwebûna xwe têkoşiyan lê wan ne ji sifirê dest pê kiri. Me ji sifrê dest pê kir û ger em îro hatibin vê astê bi saya şehîdan e. Em çiqas entegreyî şehîdan bibin em ê ewqasî entegreyî paradîgmaya Serok Apo bibin. Ji vê demê û şûnde gerek em hêza xwe ji şehîdan bigirin û pêvahjoyê pêşve bibin.”

Li ser navê malbatê jî Mahmut Gulecan axivî û got: “Em dixwazin bîranîna şehîdên xwe ji pêşerojên xwe re bêhêlin.”