Gundiyên Geliyê Periyê li dijî peravê derketin
Gundiyên herêma Geliyê Periyê, li dijî çêkirina bendavê çalakî pêk anîn û bertekên xwe anîn ziman.

Gundiyên herêma Geliyê Periyê ya navçeya Depê ya Xarpêtê, li dijî çêkirina bendavê çalakî pêk anîn. Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-FED) li nêzî bendavê daxuyanî da. Endam û rêveberên komeleyên herêmê, gundî û keyayên gundan beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê KAR-FEDê Abdullaziz Akyol diyar kir ku axa wan a pîroz di bin bendavê de hatiye hiştin û got: “Li newala periyê bav û kalên me, zarokên me, dayikên me jiyan. Dixwazin vê axa pîroz bi bendav û HESan tune bikin. Bi hezaran bîranînên me bûn qurbanên bendavan. Gelek gundî neçar man ku koç bikin. Dixwazin bi van bendavan herêmê bê mirov bihêlin.”
Hevserokê Komeleya KAYY-DERê Tuncay Gokçe jî bang kir ku li dijî talankirina xwezayê têkoşîna hevpar bikin û got: “Pergal ji bo astengkirina avakirina qada têkoşîna hevpar polîtîkayekê dimeşîne. Li axa ku jiyana komunal tê de şênber nebe, avakirina jiyana mirovan zehmettir dibe. Eger em bi xwezayê re aştiyê pêk neynin, erdnîgariya Kurdistanê dê bibe qurbana emperyalîzmê.”
Daxuyanî bi dirûşma “Ev hê destpêk e, têkoşîn dê berdewam dike” bi dawî bû.


