Gundê me biçûk e û em hev nas dikin
Ev kesên ku li ser medyaya dijîtal dikin hawar û qêrîn, li dijî pêvajoyê û entegrasyonê derdikevin kî ne û çi dixwazin û heta niha ji bo doza gelê kurd çi kirine û niha çi dikin û çi dixwazin ?

Di vê dema dawî de piştî ku Mazlûm Abdî da xuyakirin ku entegrasyona hêzên HSDê bi dawî bûye û êdî ew parçeyekî ji artêşa Sûriyeyê ne, li ser malperên civakî şerekî dijwar biorganîze û bê ser û ber li dijî Mazlûm Abdî û hemû rêxistina azadîxwaz a gelê kurd dest pê kir.
Dema mirov bala xwe dide wan kesên ku bi rengekî bêexlaq û dijwar êrişî nirx û destkeftiyên tevgera gelê kurd bi giştî û bi taybetî yên rojavayê Kurdistanê dikin û hinekî li dîroka wan dinêre, derdikeve holê ew kî ne.
Ew kesên êrişan dikin kî ne û berê nêzîkatiya wan a ji bo vê tevgerê çi bû? Ew kesên niha êrişan dikin di pêvajoyên herî dijwar ên vê tevgerê de û di dema ku ji her alî êriş lê dihatin kirin wan parastina êrişkaran dikir û ev tevger wekî sedema êrişan nîşan dida.
Van kesan dikir hawar û qêrîn û li dijî şer derdiketin û digotin bi şer û tundiyê ev mesele çareser nabe.
Niha jî berevajî wê yekê dibêjin çima HSD şer nake, çima entegrasyon çêdibe, bila heta dawî şer bikin.
Ew heman kesên ku di dema dawî de dema ku hêzên navdewletî tevî hêzên herêmî û hikûmeta demkî tev bûn yek û gefa qirkirinê li kurdan xwarin, dîsa van şevşevokan digot; me tiştek navê bila tenê şer neyê kirin, bila ew û hikûmetê li hev bikin.
Lê niha dema ku ew tevger û hikûmeta demikî di wan şert û mercên heyî de û li gorî van şert û mercan û di bin gefa qirkirinê de hin peyman bi hev re çêkirin. Niha ew şevşevok îca van peymanan qebûl nakin û di şexsê Mazlûm Abdî de êrişî tevgera siyasî ya gelê kurd dikin.
Bi rastî jî hûn çi dixwazin?
Di dema ku vê tevgerê şerê herî dijwar ji bo parastina vê herêmê dikir de jî we tenê ew rexne dikirin û bi gotinekê yan jî kirinekê we tu alîkarî bi wan re nekir. Dest ji alîkariyê berde hûn her dem dibûn kelem û astengî li pêşiya wan û we dixwest rojekê berî rojekê hebûna wan a leşkerî bi dawî bibe.
Ma çi bû ku niha hûn dibêjin çima hebûna xwe ya leşkerî wek berê naparêzin û çima tev li artêşa Sûriyeyê dibin.
Derdê we çi ye, daxwaza we çi ye?
Gelo heke Mazlûm Abdî û hevalên xwe di wan êrişên dawî yên li ser Rojava de biryara şer dabûya wê helwesta we çi bûya?
Hewce nake hûn bibêjin ez ê li şûna we bersivê bidim; wê yê wek berê dîsa gotibûna ev çi serhişk in, gelê me bi qirkirinê re rû bi rû dihêlin û çima bi hikûmetê re li hev nakin! We dê bigota, yaxî me tiştek navê bila aramî li herêma me hebe û gelê me neyê qirkirin bes e.
Berî ku em darizandina Mazlûm Abdî ji bo wê biryara ku di yek ji kêliyên herî tevlihev û xeternak ên dîroka kurdên Sûriyeyê de hatiye dayîn de bikin, divê pêşî em li helwest û kiryarên xwe binêrin û bidarizînin.
Ma tevgera kurdî dikaribû çi bikira? Dikaribû di vê rewşa xeternak de biryara şer bida, gelo heke biryara şer bida wê cih û helwesta we ji bo wî şerî çibûya?
Hewce nake, ez ê li şûna we bersiva vê pirsê jî bidim. We dê berê xwe bida devereke din û gund û bajarên xwe terk kiribûya, an jî we yê li malên xwe palda û li ser malperên civakî rexne li biryara şer kiribûya. We yê gotibaya ma çi hewce dikir hûn şer bînin nav bajar û taxên kurdan û we yê gelek tiştên din bigota lê we tiştek nedikir, we alîkariya wan şervanan bi qasî serê derziyê jî tiştek nedikir.
Helwestên navneteweyî guherîn, hevpeymanî hilweşiyan, hevsengiya hêzê li ser erdê guherî û hêzên herêmî û navneteweyî stratejiyên xwe ji nû ve hesab kirin, bêyî ku berjewendî û qurbaniyên kurdan li ber çavan bigirin.
Îca gelî şevşevokên bêkar û emel, xwe bi qurbana wan cangoriyan bikin ku hûn ji komkujiyên mezin parastin, nehiştin namûsa we bikeve destê DAIŞ û çeteyên hevalbendên wê û di şert û mercên herî dijwar de tevî hemû kêmasiyên xwe gelek xizmet û kar kirin bi bedelên herî giran hûn gihandin van rojan.
Ji kerema xwe hinekî li xwe vegerin û li ber eynikê rawestin, heke we xwe nedît ez ê ji we re pesnê şikil û şemala we bidin. Hûn Şevşevokên dijîtal, tiroleyên bêkêr, şoreşgerên bi şûrên textî û qewsikên lastîkî ne. Hûn, siyasetmedarên li ser maseyên kompîturan û zanyarên ku piştî tiştek diqewime ji nû ve dibêjin çima wiha nekirin û çima wiha kirin. We xwe nas kir an ez hîna pesnê bejin û bala we bidim.
Di şerên hebûn û nebûnê de dîsa hûn hebûn û karê we dîsa tenê şerê psîkolojîk û antî-propogandaya li dijî van têkoşeran bû û heke sibê dîsa şer bikin hûn ê dîsa li dijî wan bin. Rastî tehle lê mixabin rastiya we ev e, sed mixabin.


