‘Girtiyê nexweşê pençeşêrê Hamdullah Aydemîr serbest berdin’

Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxuyanî da û xwest girtiyê nexweşê pençeşêrê Hamdullah Aydemîr ê ku tedaviya kemoterapiyê dibînê bi lez serbest berdin.

•
1 deqe xwendin
‘Girtiyê nexweşê pençeşêrê Hamdullah Aydemîr serbest berdin’

Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 630an a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê berdewam kir. Endamên înisiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Malbatan pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” rakirin. Beriya daxuyaniyê girsê dirûşmeyên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd îşkenceyê bila bi dawî bibe” berz kir. Di daxuyaniya vî hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ku sedî 92 astengdar e û di Girtîgeha Tîpa T a Girtî ya Erçîşê de tê ragirtin. Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Bariş Barişik daxuyanî xwendin.

Bariş Barişik bi lêv kir ku beriya sala 2015an bikeve girtîgehê tu nexweşiyên Hamdullah Aydemîr tunebûye lê piştî ketiye girtîgehê nexweşî lê peyda bûnê û wiha qal kir: “Di sala 2019an de pirsgirêka wî ya îdrarê derketiyê lê ji ber ku tedawiya wî di wextê de nehatiyê kirin pênçeşêra mesenê derbasî merhaleyeke din bûye. Di sala 2023yan de ji bo tomurê ameliyat derbas kirine lê tomur nehatiyê paqîjkirin. Ji ber nexweşiyên giran înfaza wî hatiyê taloqkirin û li derve tedawî hatiye kirin. Lê tevî tedawiya kemoterapi berdewam dikir jî di 9ê Hazîranê 2026an de careke din hatiye girtin. Şert û mercên girtîgehê ji bo hijyena kemoterapiyê xetere ye. Divê înfaza Hamdullah Aydemîr demildest bê taloqkirin û bê berdan. Divê tedawiya wî li derve bi rêk û pêk bê kirin.”