Girtiyê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa şandin girtîgehê

Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku 27 sal in girtî ye û xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ji nexweşxaneyê dîsa şandin girtîgehê.

•
1 deqe xwendin
Girtiyê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa  şandin girtîgehê

Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku di sala 1999an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û cezayê muebedê lê hatibû birîn 27 sal in girtî ye. Mehmet Şîrîn di 3yê Tîrmehê de li Girtîlgeha Tîpa F a Xarpêtê xwîn çû ser mêjiyê wî. Piştî mudaxileya li girtîgehê Mehmet Çelîk rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn. Hat zanîn ku Mehmet Çelîk piştî tedawiyê dîsa birine girtîgehê lê rewşa wî xeternak e û di revîra girtîgehê de bi tena serê xwe tê ragirtin.

Kurê Mehmet Çelîk Amed Çelîk têkildarî rewşa bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û anî ziman ku bavê wî 27 sal in girtî ye û di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne û berê gelek caran anjiyo bûye û got: “Bavê min, ji aliyê rastê ve ji ber xitimandina rehên mêjî, ji aliyê çepê ve dixwe û vedixwe. Herî dawî xwîn çû ser mêjiyê wî felç bûye. Di meş û axaftinê de zehmetî dikşîne.”

Rewşa wî xerab e 

Amed Çelîk da zanîn ku li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê girtine îxtimal heye ku bavê wî carekê din emeliyat bibe û di mercên girtîgehê de ne pêkan e ku mudaxileyek bê kirin û ev agahî dan: “Ger rewşa bavê min dîsa giran be, dibe ku encamên giran rû bidin û metirsiya mirinê zêde ye. Ji bo tehliyeya bavê min me serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) da ku înfaza wî bê taloqkirin lêbelê hêj me encam nîn e. Em wek malbat li ser rewşa tenduristiya wî bifikar in. Di mercên girtîgehê de tedawiya bavê min ne pêkan e. Ji bo di mercên rêkûpêk de tedawiya wî bê kirin em dixwazin ku înfaza wî bê taloqkirin.”