Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15ê Tebaxê pîroz kirin
Li çiyayên Kurdistanê gerîlayan bi wesîleya salvegera Pêngava 15ê Tebaxê çalakiyên cur bi cur lidarxistin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li gelek qadan salvegera 42yemîn a Pêngava 15ê Tebaxa 1984an bi pîrozbahiyên bi heybet pêşwazî kirin.
Di pîrozbahiyên li herêmên cuda ku bi sedan gerîla hatin cem hev de, fermandarên gerîla û endamên HPG û YJA-Starê axivin.
Gerîlayan, teqez kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo wan mercê herî bingehîne û biryardariya xwe ya tevlîbûna pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye anîn ziman.


