Gelê Qersê bi girseyî Baz Serhat bi bîr anî

Welatiyên Qersê di pêşengiya DEM Partiyê de li navçeya Sariqamişê ji bo Yasîn Tilki (Baz Serhed) bernameya bibîranînê li dar xist.

•
1 deqe xwendin
Gelê Qersê bi girseyî Baz Serhat bi bîr anî

DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk li navçeya Sariqamişê ya Qersê ji bo Yasîn Tilki (Baz Serhed) ku di sala 2018an de di şer de jiyana xwe ji dest da, bernameya bîranînê li dar xist. Endamên rêxistinên parêzgeh û navçeyên DEM Partiyê ya Qersê û gelek welatî beşdarî bernameya bibîranînê bûn. Bernameya bibîranînê ya ji bo Yasin Tilki dê sê rojan bidome.