Gelê Nisêbînê soz da şehîdan
Gelê Nisêbînê di roja 3yemîn de bi bernameyekê şehidên Azadiya Kurdistanê li ser piyan bibîr anî û soza têkoşînê da şehîdan. Ji Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş di bernameyê de axivî û got: “Heta ku têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin.” Şadiye Menap jî got, “Heqîqeta me şehîdên me ne.”

Bi pêşengiya MEBYA-DER, malbatên Şehîdên Aadiyê û gelê Nisêbînê bi girseyî Şehîdên Azadiyê di roja sêyemîn de bi bernameya fînalê şehîd bi bîr anîn. Bîranîn li Qada Bazara Girtî ya li kêleka Mala Şînê ya Şukru Akay a li Goristana Haciyan pêk hat. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl ên demokratîk û bi hezaran kesên ji Nisêbînê û bajarên derdorê hatibûn tevlî bîranînê bûn. Di destpêka bernameyê de girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” berz kirin. Li ser platforma li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên kesên jiyana xwe ji dest dane bi gul û mûman hatin xemilandin. Dîsa li qadê posterên mezin ên Abdullah Ocalan hatin vekirin. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sirûda “Çarxa Şoreşê” hat xwendin.
‘Nisêbîn bajarê berxwedanê ye’
Çetîn Arkaş di bîranînê de axivî û bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Nisêbînê û wiha axivî: “Îro em ji bo hevxemiya êşan li vir in. Li gelek navendan bîranîn hene. Bi deh hezaran kes herikîn bîranînan. Ji bo gelê Kurd heqîqet ev e. Piştî vê jî tiştên divê em bikin hene. Li ser van axan êş tu carî kêm nebû. Em 3 nifş in êşê û 3 nifş in bênavber berxwedanê dijîn. Ez yek ji wan bi hezaran ewladên we me ku gelek salan di girtîgehê de mam. Di salên 1990î de li Girtîgeha Bayrampaşayê dema Rojnameya Gundemê dihat, me meraq dikir ku li Kurdistanê çi diqewime. Hevalê min Huseyîn rojekê nûçeya hevalekî ku li Nisêbînê bi awayekî kiryar nediyar hatibû kiştin xwend. Paşnavên wan yek bûn, me meraq kir û pirsî; ew bavê wî bû. Kuştina bavê xwe ji rojnameyê xwend. Li Nisêbînê bi hezaran malbatên me yên di heman rewşê de hene. Kurdan gelek êş kişandin. Ji bo Nisêbînê dibêjin ‘bajarê êşan’, rast e. Li Nisêbînê tenê êş nehatin jiyîn, lehengiyên mezin jî hatin jiyîn. Yên ku behsa Girtîgeha Amedê ji me re dikin zilm û zora Esat Oktay vedibêjin lê li wir tenê ew zilm nehat jiyîn; li aliyê din ê madalyonê Kemal Pîr hebûn, berxwedan hebû. Heke li hemberî hemû êşan Nisêbîn li ser piyan be, sedema wê tam jî ev e. Divê em vê yekê bi awayekî giştî bibînin.”
‘Tevî hemû êşan em alîgirê aştiyê ne’
Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ev 2 sal in çek nateqin. Ev tiştekî baş e. Mirovên me neketin bin axê. Em hêvî dikin ku ev berdewam bike. Bêdengbûna çekan tenê nayê wateya aştiyê. Divê berxwedana 3 nifşan baş bê fêmkirin. Divê sedemên ku çek derxistine holê ji holê bên rakirin. Aştî bi vî awayî mayînde dibe. Hin gotinên ku di hin derdoran de tên ziman hene. Gotinên kesên nijadperest û êşa dayikên dilpak nexin heman mêzînê. Dayikên me li vir êşa xwe dijîn, biçûkdîtin û heqaretek li hemberî gelekî din tune ye. Helwestên kesên êş û şînên me îstîsmar dikin, wek hesasiyetên gelê Tirk dernexin pêşberî me. Tevî hemû êşan em alîgirê aştiyê ne. Ev gel dixwaze çek bêdeng bibin û di heman demê de sedemên derketina çekan jî ji holê rabin. Aştî herî kêm bi qasî şer mêrxasiyê dixwaze. Divê mirov bi qasî van mêrxasan wêrek be. Dema me şer dikir em wêrek bûn, dema em aştiyê çêdikin jî em ê wêrek bin. Navên şehîdan bidin zarokên xwe û wan bidin jiyandin lê tenê bi dayîna navan namîne. Ew zarokên herî xweşik ên vî gelî bûn. Tenê bi nav nabe. Divê em exlaqê wan û evîna wan a azadiyê bigihînin nifşên pêşerojê. Ev peywira me ya sereke ye. Heta ku têkoşîn hebe em ê wan bidin jiyandin.”
‘Şehîdên me heqîqeta me ne’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap jî bal kişand ser dîroka berxwedana Nisêbînê û wiha axivî: “Îro li vir ez dixwazim ji bo şehîdên me helbestan bixwînim, destanan binivîsim. Vî gelî û vî bajarî destan nivîsandin. Destana vî bajarî di salên 1990î de dest pê kir. Gelê me li Cizîrê, li Kerboranê, li Hezexê û li Nisêbînê rûpela yekem a destanê tomar kir û îro ev destan li çar parçeyên Kurdistanê tê nivîsandin. Bedêlên di oxira azadiyê de hatine dayîn gelek mezin in. Em ji bo avakirina pêşerojeke nû gavan davêjin. Ev pêvajo hêzê dide me.”
‘Em ê bibin layiqê wan’
Şadiye Manap der barê sedema dereng aşkerekirina agahiyên kesên jiyana xwe ji dest dane de jî wiha got: “Em êşa dayik û bavên xwe di hundirê xwe de hîs dikin. Li ser şehadeta şehîdên me re demeke dirêj derbas bû. Serdemên şer ên giran bûn sedem ku ev pêvajo dirêj bibe. Em dixwazin li ser xeyalên wan jiyanekê ava bikin. Divê em bibin dengê mîrateya ku wan ji me re hiştiye. Şehîdên me ji me re gotin ka çima dimeşin, ji bo çi têdikoşin û ji bo jiyaneke azad çiyayên bilind derbas kirine. Em ê jî guh bidin van gotinên wan. Em ê her dem wan bidin jiyandin. Divê em bibin layiqê wan. Em dibêjin ‘nemir in’, em nikarin li hemberî wan derewan bikin. Ew nûnertiya exlaq û durustiya mirovahiyê dikin. Şehîdên me heqîqeta me ne, ji ber vê yekê ji wan re mirin tune ye. Şehîdên me ji me re dîrokek afirand, gelek ava kir. Ev bi bedêlên mezin pêk hat. Yên ku îro me li vir anîn cem hev jî ew in. Heqîqeta me şehîdên me ne, şehîdên me nemir in. Em ê bibin layiqê wan û civakeke azad ava bikin.”
Bîranîna ku dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” qet kêm nebûn, piştî nîşandana sînevîzyona ku dîmen û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih digirtin bi dawî bû. Di dema sînevîzyonê de girseyê gelek caran dirûşm berz kirin û ji bo her gerîlayekî ku di sînevîzyonê de cih girt bi coş çepik lêdan.


