Gelê Kobanê bi şahiyekê Şoreşa Rojava pîroz kirin
Bi hezaran Kobanî 14emîn salvegera Şoreşa Rojava li Stadyuma Şehîd Bawer Agir bi şahiyekê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de rola pêşeng a Kobanê û girîngiya parastina destkeftiyan anîn ziman.

14 sal berê li bajarê Kobanê çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêket û geş bû. Gelê kurd di vê şoreşê de bi hezaran zarokên xwe binax kirin. Gelê kurd Şoreşa Rojava bi bedelên giran bi dest xist û anî îro. Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gaziyên şer ji bo vê rojê pîroz bikin di şahiyê de amade bûn.
Şahî li Stadyuma Şehîd Bawer Agir ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Beşdaran alên şoreşê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre gelek axaftin û peyamên girîng hatin pêşkêşkirin.
Hevserokê Encûmena Cibicîkar yê Rêveberiya Xweser li Kobanê Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de tekez kir ku wê Kobanê rola xwe ya pêşeng û stratejîk biparêze û ji bo vê jî tê bikoşe.
Fermandara YPJê Dilbirîn Kobanê jî bal kişand ser salvegera şoreşê û wiha got: “Me bi têkoşîn û serhildanê karibû nasnameya xwe weke jin û weke gelê Kurd misoger bikin ku ev yek ji bajarê Kobanê destpêkir. Hebûna me weke gelê Kurd li Kobanê destpêkir, ji ber vê yekê jî niha Kobanê di heman astê de rola xwe dilîze.”
Dilbirîn Kobanê pîrozbahî diyarî giyanê têkoşerên şoreşê kir û wiha berdavam kir: “Gelê me bi dehan û bi sedan zarokên xwe fedaî vê axê kirin. Bi taybetî gelê Kobanê dîrok bi xwîna zarokên xwe nivîsand. Ji bo vê jî bila tu alî propagandaya xwe li ser ked û xwîna vî gelî neke. Em li vir ruhê tevahî cangoriyên azadiyê zindî dikin, ji ber vê jî di vê şahiyê de em sozên xwe nû dikin. Lewma em vê şahiyê diyarî giyanê tevahî şehîdên ku canê xwe fedaî vê şoreşê kirine dikin.”
Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Berxwedan jiyane”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Piştre li gorî bernameyê, şahî bi pêşkêşkirina berhemên komên hunerî yên Kobanê; Koma Botan, Koma Şehîd Esmer û komên govendê dewam kir. Di heman demê de ji herêma Cizîrê hunermend Baran Dilbihar û ji derveyî Rojavayê Kurdistanê hunermend Berbang Hilat derketin ser dikê.
Şahî bi gerandina xelekên govendê, bi dirûşme û tilîliyên jinan bi dawî bû.


