Gel soza dabû şehîdan nû kir
Bi sed hezaran gelê kurd li 25 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û navçeyên wan zêdetirî 550 Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. Bi sed hezaran kurdên ku hatin serdanê, di bîranînê de yek bi yek şehîdên azadiyê silav kirin û soza bi şehîdan re nû kirin.

Di dawiya meha tebaxê û destpêka meha Îlonê de gel nêzî 800 Şehîdên Azadiyê ku li cih û demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li 25 bajaren Kurdistanê û Tirkiyeyê bi girseyî û ruhekî şewirinê bibîr anî. Gel bi pêşengiya MEBYA-DERê di destpêkê de 230 şehîdên azadiyê di navbera 23 û 29ê Tebaxê de li Amedê bi girseyî dest bi bîranînê kir û piştre li Wan, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Stenbolê bernameya ewil a bîranînê bi dawî kir. Di bernameya bîranînê ya destpêkê de bi sed hezaran kurd li dora şehîdan bûn gilok û malbat bi tenê nehiştin. Bi sed hezaran kesên ku hefteyekê qadên bîranînê dijî kirin, destnîşan kirin ku ew deydanên şehîdan in û dê di rêya wan de têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi sed hezaran kesên beşdarî bîranînan bûn, daxwaza aştiyê dubare kirin û li dora şehîdan bi yek ruh û yek fikrê sekna xwe nîşan dan.
Dihat payîn ku ji serê serê îlonê heta dawiya îlonê kurd bi girseyî û li qadên derve şehîdên azadiyê bibîr bînin. Lê di encama muzakereyan de ji bo gavên din zûtir bên avêtin, dema bibîranînê ji 20 rojan daxistin 5 rojan. Gelê kurd li 25 bajaran di nava 5 rojan de zêdetirî 600 Şehidên Azadiyê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî bibîr anîn.
Di bernameya duyemîn de 8ê Îlonê de li Êlih, Îzmîr, Enqere, Konya, Manîsa, Semsûr, Îdir û Colemêrgê dest pê kir û piştre li Bedlis, Wan, Erzirom, Qers, Agirî, Amed, Sêrt, Dîlok, Mûş, Mêrsîn, Edene, Hatay, Stenbol, Bursa, Tekirdag, Kocaelî û herî dawî di 13ê Îlonê de jî li Riha û Şirnexê bernameyên bîranînê bi dawî bûn.
Ji bo bîranînê li hemû bajaran hemû sazî bûn yek û bi ruhekî kolektif û tifaqeke xurt Şehîdên Azadiyê bibîr bînin. Li her bajarekî bi sedan jin, ciwan, kal û pîran, 3 rojan li ser hev xizmeta beşdaran kirin. Komunên avê, komunên çayê, komunên xwarinê û komunên paqijiyê ava kirin. Koma pêşwazîkirina gel ava kirin. Li her bajarekî û navçeyekê bi sedan kesan wekî moriyan li nava girseyê geriyan û hewl dan pêdiviyên wan temîn bikin û xizmeta gel bikin. Li hin bajaran bi hezaran û li hin bajaran jî bi deh hezaran welatî ji tax, gund, navçe û kolanan herikîn qadên bîranînê. Gel xwe deyndarê şehîdên xwe dît û hatin li cihê bîranînê soza xwe û doza xwe nû kirin.
Ketin dora silava şehidan
Li her bajarî bi hezaran li pey hev rêz bûn û ketin dorê ku yek bi yek şehîdên azadiyê silav bikin û soza xwe ya ji bo wan nû bikin. Bi deh hezaran kesên tev li bîranînan bûn, nîşan dan ku ev şehîdên wêneyê wan li ser maseyan hatine danîn, ne tenê şehîdê malbatê ye. Bi xwedîderketinê nîşan dan ku ew şehîdê hemû gelê kurd in. Şehîdê hemû kesên azadiyê dixwazin in.
Bi deh hezaran Êlihiyan soz dan şehîdan
Li Êlihê bi pêşengiya MEBYA-DERê, gerîlayên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de di dîrok û li cuda şehîd ketine di roja dawî de bi nîşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn. Du rojên ewil bernameya bîranînê li Mama Şînê ya 19 Mayisê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat. Du rojên ewil bi deh hezaran mirov hatin yek bi yek silav dan wêneyên şehîdan û soza xwe ya ji bo doza wan nû kirin. Di roja sêyemîn de bernameyê li Eywana Dawetê ya Vûralê ya bi tevlibûna malbatên şehîdan, Hevserokê DBP, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û hezaran welatiyan pêk hat.
Li eywanê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rengên kesk, sor û zer li ser maseyan wêneyên şehîdan jî hatibûn danîn. Pankartên bi nivîsên “Şehîdên me sedema jiyana me ne”, “Cewherê jiyana me şehîdên me ne”, “Rabin silav bikin ew cagoriyên welat in” û “Bi keda we ye, ey şehîd hûn ê her hebin” hatibûn daliqandin. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bernameyê de axivî û got: “Serê gelê Kurdistanê sax be. Serê Rêber Abdullah Ocalan sax be. Ji Colemêrgê heta Sêrtê, ji Serhedê heta Botanê û heta metropolên Tirkiyeyê li 31 bajaran me bîranîna şehîdên xwe kir. Bi milyonan mirov bi wijdana xwe, bi dilovaniya xwe, bi welatparêzî û fedaîtiya xwe re îro li vê eywanê li cem we ne.” Bîranîn piştî sinevîzyonê bi tilîlî û bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Semsûr
Li Semsûrê bîranîna ku ji bo kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû lidarxistin, piştî xwendina mewlûdê û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di bîranînê de axivî û got: “Eger îro tiştek li ser navê nasname û hebûna me hebe, ev bi saya şehîdan e.”
Îzmîr
EGE MEBYADERê li taxa Çamlikûle ya Bucaya Îzmîrê, ji bo Şehîdên Azadiyê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê li dar xist. Li salona bîranînê pankartên “Şehîd namirin” û “Li ser rêyan egîdan mirin dibe jiyan” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên kurd daliqandin. Ji bilî nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
‘Şîna we şîna me ye’
Akin Bîrdal jî bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd de û got: “Em ê nehêlin ev pêvajo bixetime. Wê gelê kurd jî mafê welatîbûn, azadî û wekheviyê bi dest bixe û wê bibe xwedî nasnameya qanûnî. Şîniya we şîniya me ye, êşa we êşa me ye.”
Manîsa
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jî bi heman armancê bernameya bîranînê li dar xistin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Peyruze Kurt diyar kir ku tevî hemû êş û azaran jî ew di aştiyê de bi biryar in û daxwaza aştiyê dikin.
Sêrt
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên Sêrtê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda şehîd ketine, ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin bibîranîn. Di bîranînê de malbatên şehîdan, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bahirhan, parlamenterên DEM Partiyê, nunerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê, gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî serdanan bîranînê kirin. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Rêya şehîd rêya me PKK partiya me” û “Ey şehîd xwîna we li erdê namîne” hatin berzkirin. Bîranîn di roja sêyenîn de bi tevlêbûna hezaran bi dawî bû.
Wan
Li Wanê û navçeyên Wanê gel bi pêşengiya MEBYA-DERê şehîdên azadiyê bibîr anîn. Li navçeyên Rêya Armûşê, Erdîş, Qelqelî û Ebexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn tên lidarxistin. Bi deh hezaran welatî ketin dorê û serdana bîranînan kirin. Gel silav dan şehidên xwe û malbatên şehîdan bi tenê nehiştin. Li Navenda Wanê û navçeyên Qelqelî, Erdîş, Ebexê bi deh hezaran welatî kom bûn û şehîdên azadiyê bibîr anîn. Li Navendê jî bi deh hezaran kom bûn şehîdên azadiyê bibîr anîn û soza xwe ya ji bo şehîdan nû kirin.
Gel li Marmara şehîd bibîr anîn
Li 5 navçeyên Stenbolê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Li Stenbolê jî MEBYA-DERê ji bo 3 rojan cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî û rêzdarî bibîr anîn. Gel li vir jî yek bi yek şehîdên azadiyê silav kirin û soza berdewamkirina têkoşîn û doza wan dan. Bi deh hezaran welatî li navçeyên Esenler, Zeytînbûrnû, Kagitxane û Sancaktepeyê, Kagitxaneyê û Gazîosmanpaşayê, bi deh hezaran kurd kom bûn û herikîn cihê bîranînê û şehîdên azadiyê bibîr anîn.
Amed
Li Amedê jî bi deh hezaran welatî li navenda Amedê û navçeyên wê bi girseyî bernameyê bîranînê li dar xistin. Bi deh hezaran kes hatin yek bi yek şehîdên azadiyê silav kirin û soza xwe ya bi wan re nû kirin. Gel 3 rojan herikîn qadên bîranînê û yek bi yek şehîdên azadiyê silav kirin û soza têkoşîna aştî û azadiyê dan şehîdan.
Serhed
Li bajarên Serhedê bi deh hezaran kurd kom bûn û Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. Di bîranînê de soza li hemberî wan nû kirin. Li Qersê, Îdirê, navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûsê yên Erziromê bi girseyî çûn serdanê û malbat bi tenê nehiştin. Di bernameyê de gel bi dirûşmeyan destnîşan kirin ku şehîd namirin û dê her dem wan di dilê xwe de bidin jiyandin. Di hemû bîranînan de gel bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Heta ku rojname hat çapkirin jî li gelek bajaran bîranîn didomiya û li Şirnex û Rihayê jî bernameya bîranînê nû dest pê kir.
Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina aştiyê ye
Hevseroka MEBYA-DERê ya Êlihê Nezahat Toprak ewil 39 Şehîrên Azadiyê ku 3 rojan hatin bibîranîn yek bi yek bi bîr anî û soza girêdana doza wan da.
Nezahat Toprak, anî ziman ku di bernameya bîranînê ya 3 rojan de ji navenda Êlih û hemû navçeyên wê bi deh hezaran mirov hatin serdanê û wiha got: “Bernameya bîranînê pir bi heybet derbas bû. Pir bi rûmet bû. Raste berê jî li ser vê axê bi hezaran bîranîn hatin lidarxistin. Lê bîranînên di demên dawî de xwedî wateyek cuda û giraniyeke cûda ye. Ji ber ku gelê kur yekem car e wisa gelek şehidên xwe bi hevre û bi komî bibîr tîne. Gelê kurd yekem car dibe şahidê bîranînên bi vî rengî. Di pêvajoya ku em ew qas nêzî aştiyê ne de, ew qas şehîd bi hevre hatin bibîranîn. Girseya ku tev li bîranînê bûn, du hest bi hevre jiyîn. Hem giraniya bîranînê, hem jî heviya aştiyê bi hevre jiyan.”
Nezahat Toprak da zanîn ku di 3 rojan de bi deh hezaran kes hatin tev li bîranînê bûn û wiha berdewam kir: “Her kesê ku hat tev li pîranê bû, wekî hebê tizbiyê li pey hev rêz bûn û wêneyên şehîdan ên li salonê yek bi yek silav kirin. Wêneyên şehîdan maç kirin û derbas bûn. Gotin ‘Bi xêra we em hene. Em bi qurbana we bin. Wekî ku bên tewaf bikin yek bi yek maç kirin. Di rondikê çavê dayikan de heviya aştiyê hebû. Di hêsirên çavên hemû dayikan de bawerî, hevî û aramî hebû. Wekî ku bibêjin ‘We erka xwe pêk anîn û bedelên mezin dan. Em şîna bedelên xwe digirin. Me şîna xwe danî û êdî dema aştiyê ye. Di civaka kurd de dema aliyê ji wan kesek bê kuştin, heta ku şîna xwe danînin aştiyê qebûl nakin. Kengî şîna xwe danîn wê demê ji bo aştiyê amade ne. Niha aliyê kurd bi komî şîna xwe datîne. Bi hesta kîndarî nêzîk nabin. Dijberî vê yekê bi hest û baweriya aştiyek bi rûmet nêzî pêvajoyê dibin. Eger aliyê kurd heta niha hemû şînê xwe girtine, ev nîşan dide ku çiqas di aştiyê de israr dike. Gelê kurd li dora şehîdên xwe kom dibe û soza aştiyek bi rûmet dide wan. Me dît ku gelê kurd çawa li dora şehidên xwe kom dibe û wan di dilê xwe de bi cih dike. Li dora şehîdan yekîtniya xwe ava dike.”
Nezahat Toprak da zanîn ku aliyê ku berê digot “Kurd tune ne” îro li ser aştiyê diaxivin û got: “Eger îro li ser masê muzakere dikin, bi keda Rêbertiyê û xwîna şehîdan hatin vê astê. Dîro gelê kurd ji bo gelê cîhanê di têkoşîna aştiyê de dibe mînak. Dîsa di aliyê civaka sincî û polîtîk de ji bo gelê cîhanê dibe mînak. Bi ruhê civaka sincî û polîtîk şînê xwe datîne û li aştiyê xwedî derdikeve. Gelê kurd îro li şehîdê xwe xwedî derdikeve. Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina aştiyê ye. Xwedîderketina şehidan, xwedîderketina azadî û Rêbertiya xwe ye.”
Bi sed hezaran gelê kurd li 25 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û navçeyên wan zêdetirî 550 Şehîdên Azadiyê bibîr anîn. Bi sed hezaran kurdên ku hatin serdanê, di bîranînê de yek bi yek şehîdên azadiyê silav kirin û soza bi şehîdan re nû kirin.
Di dawiya meha tebaxê û destpêka meha Îlonê de gel nêzî 800 Şehîdên Azadiyê ku li cih û demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn li 25 bajaren Kurdistanê û Tirkiyeyê bi girseyî û ruhekî şewirinê bibîr anî. Gel bi pêşengiya MEBYA-DERê di destpêkê de 230 şehîdên azadiyê di navbera 23 û 29ê Tebaxê de li Amedê bi girseyî dest bi bîranînê kir û piştre li Wan, Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Stenbolê bernameya ewil a bîranînê bi dawî kir. Di bernameya bîranînê ya destpêkê de bi sed hezaran kurd li dora şehîdan bûn gilok û malbat bi tenê nehiştin. Bi sed hezaran kesên ku hefteyekê qadên bîranînê dijî kirin, destnîşan kirin ku ew deydanên şehîdan in û dê di rêya wan de têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi sed hezaran kesên beşdarî bîranînan bûn, daxwaza aştiyê dubare kirin û li dora şehîdan bi yek ruh û yek fikrê sekna xwe nîşan dan. Nezahat Toprak da zanîn ku aliyê ku berê digot “Kurd tune ne” îro li ser aştiyê diaxivin û got: “Eger îro li ser masê muzakere dikin, bi keda Rêbertiyê û xwîna şehîdan hatin vê astê. Dîro gelê kurd ji bo gelê cîhanê di têkoşîna aştiyê de dibe mînak. Dîsa di aliyê civaka sincî û polîtîk de ji bo gelê cîhanê dibe mînak. Bi ruhê civaka sincî û polîtîk şînê xwe datîne û li aştiyê xwedî derdikeve. Gelê kurd îro li şehîdê xwe xwedî derdikeve. Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina aştiyê ye. Xwedîderketina şehidan, xwedîderketina azadî û Rêbertiya xwe ye.”


