Gel Şehîdên Azadiyê bi girseyî bibîr tîne

Gel li Amed û Stenbolê Şehîdên Azadiyê bi girseyî bi bîr tînin. Bi hezaran kes li qadê kom bûne û rûmeta xwe xwedî derdikevin.

•
1 deqe xwendin
Gel Şehîdên Azadiyê bi girseyî bibîr tîne

Bi Pêşengtiya Komeleya MEBYA-DER a Amed û Stenbolê bi hezaran welatî li Amed û Stenbolê Şehîdên Azadiyê bi  bîr tînin. Li Amedê di roja sêyemîn de bi hezaran welatî li Parka Koşuyoluyê kom bûn û şehîdên Azadiyê bi bîr tînin. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî li qada bîranîna şehîdan kom bûn. Li ser maseyên qada bîranînê wêneyê şehîdan hatine bicihkirin û gul hatin danîn. Li Qadê pankartên “Şehîd Namirin” , “Şehîd Rumeta Me Ne”, “Şehîd Ronahiya Me ye”’ û “Şehîd Roniya Rê ya Me ne” hatin daliqandin. Disa posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Gel di roja sêyemîn de bi girseyî û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şehîd Roniya Rê ya Me ne” serdana konê şînê cangoriyan dikin.

Bîranîn îro dê saet di 18.00an de ji bo tevahî şehîdên meha Tebaxê bi bernameya axaftin û sînevîzyonan berdewam bike.

Li Stenbolê jî gel şehîdan bibîr tînin

Bi pêşengiya MEBYA-DERê ya Stenbolê jî bi heman armancê li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê bernameya bîranînê tê lidarxistin. Malbaten cangoriyan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî tev li bernameyê dibin. Bername li avahiyên DEM Partiyê ya Baxcilar û Sancaktepeyê tên lidarxistin. Bernameya ku dê saet di 12.00an de pêk were, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyan dest pê bike.

Beriya bernameya bîranînê dest pê bike, li eywana Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê wêneyên cangoriyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser maseyan hatin danîn.

Pankartên, “Em şehîdên rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatine daliqandin.