Gel şehîdên azadiyê bi girseyî bi bîr anîn
Gel li navçeyên Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê şervanê têkoşîna azadiyê Mehmet Abak, Bariş Tekîn û Selîm Ata bi girseyî bibîr anî.

Gel şehîdê tevgera azadiyê Mehmet Abak li taxa Şewaşî ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, Selîm Ata, li navenda Şemrexê û Bariş Tekîn jî li taxa Qûmterê ya navçeya Dêrikê bi girseyî bi bîr anîn û sersaxî ji bo malbata wan xwestin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî tev li bîranînê bûn. Di serdanê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Girseyê di serdanê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.


