Gel li dijî tiryakê di nobetê de ye

Gel li taxa Peyasê, Parka Enzelê, taxa Şentepe yên navçeyên Amedê beşdarî civînan bûn û li dijî hişbirê nobet girttin. Beşdaran anîn ziman ku desthilat, bi rêya hişbir û fihûşê dixwaze ciwanan ji nasname û çanda wan dûr bixe.

•
1 deqe xwendin
Gel li dijî tiryakê di nobetê de ye

Platforma Şiyar be, li taxên Amedê li dijî fihûş, tiryak û madeyên hişbirê  xebatên Pêngava ‘Rabin’ didomîne. Platform, bi hevkariya Komaleya Ji Bo Pêşerojê Li Vir in (GÎB-DER) di çarçoveya Pêngava ‘Rabin’ li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê ya Amedê li dijî fihûş, tiryak û madeyên hişbirê  bernameyek li dar xist. Endama TJAyê Ayla Akat Ata, şêniyên taxê, DEM partiyê û DBPê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek ciwan beşdar bûn. Beriya daxuyaniyê ciwanan govend gerandin dirûşmeyên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pankarta ‘ Li vir im, noberdar im’ hate daliqandin. Daxuyanî ku bi du zimana hatibû amadekirin ya Kurmnacî mamosteya MED-DERê Milkiye Ongor a Tirkî jî ji aliyê endamê GÎB-DERê Rodî Ûlûdag ve hate xwendin.

‘Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e’ 

Milkiye Ongor di axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demkratîk. Milkiye Ongor diyar kir ku niha şerê çekdarî sekiniye lê ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û got: “Gelê me piştî salên dirêj ên şer û êşê, îro di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk, ev pêvajo bêguman dê êş û azara ku bi deh salane li me hatibû ferzkirin têk bibe û dê bi xwe re ji bo gelê me aştiyeke mayînde, jiyaneke birûmet û pêşerojeke azad bîne. Lê belê ji ber ku alavên şerê bes ku çek nîn e, em pir baş dizanin ku aştî jî tenê bi danîn û bêdengkirina çêkan pêk naye. Gelê me bi salan bi polîtîkayên şerê taybet yên cûr bi cûr ên weke madeyên hişbir, fihûş û çetebûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Mixabin di nav bajar, tax û kolanan de bi awayeke sîstematîk sepandina van polîtîkayan tevî pêvajoya aştî û civaka demokratÎk îro roj jî berdewam dike. Ji ber vê yekê  aştî di heman demê de; li dijî hilweşîna navxweyî ya li taxan, perçebûna malbatan û li dijî bêparhiştina ciwanan ya ji pêşerojê pêwistiya têkoşîneke bêhempa jî bi xwe re tîne.”

‘Em taxan biparêzin’
 

Di dawiya axaftina xwe de Milkiye Ongor wiha bang kir: “ Em bang li ciwanên xwe dikin: Hûn pêşeroj, rûmet û hêza vî gelî ne. Ew hêz û jiyana ku niha ji we re tê pêşkêşkirin hêz û jiyaneke derewîn e. Hêza rasteqîn di rêxistinbûn û têkoşîna hevpar de ye. Em bang li hemû jinan û dayikên xwe dikin: Sekna we keleha herî xurt a vê têkoşînê ye. Ji malên xwe dest pê bikin û biherikin tax û kolanan; zarok û neviyên xwe, cîran û hevalên xwe birêxistin bikin û ji gele xwe re pêşengiyê bikin. Em bang li malbatên xwe dikin: Mewzîya yekem a vê têkoşînê hûn in. Bêdeng neminin. Dengê ku ji Peyasê radibe, divê bigihe her derê Amedê û herêma me. Em ê bi parastina taxên xwe pêvajoya aştiyê mezintir bikin.”

‘Tax bi tax xebat tên meşandin’

Piştî daxuyaniyê endama TJAyê Ayla Akat Ata axaftina xwe kir. Ayla Akat Ata anî ziman ku li di germahiya mehên havînê kolan bi kolan tax bi tax li di jî hişbir û fihûşê xebatên meşandin û got:” Di vê meha havînê ya germ a 2026an de, bi xebatên ku tax bi tax, kolan bi kolan tên meşandin û bi avakirina civak  demokratîk a li vî bajarî; diyar dike ku ew amade ye li hemberî her tiştê ku civakê jehrî dike, dirizîne û dixwaze bêvîn bihêle bisekine û wê vîna tarî bişkîne.  Li vî bajarî heke ciwan, jin û zarok xwe di nava ewlehiyê de hîs nekin li Peyasê heke jin dema dimeşin li pey xwe binêrin, li Batıkentê li Bulwara Turgut Ozal dema jin dimeşin hinek werin û bi wan re bazariya fuhûşê bikin, li taxa Kuçeyê jinên me ji ber ku ‘Mêr li qehweyan rûniştine’ nikaribin nîvê parkê bi kar bînin û li cihê ku em duh êvarê lê bûn ji tirsa mêran nikaribin biaxivin, ev pirsgirêka me hemûyan e.”

‘Em kolanan vala nehêlin’
 

Ayla Akat Ata da zanîn ku parastina vî bajarî peyvira her kesî ye û wiha axivî: “ Ev yek, di stûyê her kesê ku vî bajarî bi rê ve dibe, çi tayînkirî çi jî hilbijartî; li vî bajarî kî wekî vîna civaka sivîl a gel hebe, kî wekî hêza ewlekariyê ya vî bajarî hebe, berpirsiyariya wan hemûyan e. Niha em dibêjin ku; heke Platforma Şiyar Be bi ciwanên xwe, bi jinên xwe, bi rêxistinên xwe yên civaka sivîl, li vî bajarî li dijî madeyên hişbir, fuhûş û ji tefecîtiya ku civakê dirizîne, ji faîzê heta qumarê li dijî her tiştî vîna rêxistinkirî ya civakê derxe holê; dê tayînkiriyên vî bajarî di serî de walî û qeymeqam û hilbijartiyên wê jî di serî de serokên me yên şaredariyan û wekîlên me dest bidin hev. Bi vî rengî, bi rêxistiniya herî xurt a ku ji bajar heta herêmê û ji wir jî ji bo hemû Tirkiyeyê bibe mînak û bi kêrî vî welatî bê, dê bibin xwediyê wê şansê ku bibêjin ‘Em jî hene’. Va ye ciwanan gotine ‘Em nobedar in’. Ev nobed ya me hemûyan e. Ev nobed ya jinan, ya civaka sivîl, ya hêzên ewlekariyê û ya vîna tayînkirî ya vî bajarî ye. Em tu kesî ji xwe cuda nakin. Lê em qebûl nakin ku li hemberî pirsgirêkeke vî bajarî çav werin girtin û guh ker bibin. Pêyas a me ye, Amed a me ye, ev kolan a me ye! Heke em vala bihêlin, me dît bê kê ew kolan tije kirin.”

Piştî axaftinan ciwanan govend gerandin û di nav taxê de bi dirûşmeyan meşiyan.

Li Sûrê civîna gel 

Platforma ‘Şiyar Be’ bi hevkariya Şaredariya Sûrê re li Parka Enzelê ya ku li taxa Melîkahmetê ya navçeya Sûr a Amedê bi beşdariya gel civîn li dar xist. Di civînê de Hevşaredarên Surê Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mehmet Kan û gelek welatî tevlî bûn. Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan bal kişand li ser polîtîkayên ku bi salan e li ser gelê kurd tên meşandin û got: “Desthilatdar dixwaze civakê belav bike. Civakeke demokratîk, azad, wekhev û bi moral daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê jî gelê me bi salan e bedelên giran dide. Kêmasî û nebaşiyên ku dixwazin bixin nav civakê, berhemên van polîtîkayan e. Lê em dizanin ku gelê Kurd her tim xwedî hişmendî ye. Wek Şaredariya Surê, çi dikeve ser milê me em amade ne ku ji bo pêşeroja zarok û ciwanên xwe têkoşînê bikin.”

Paşê Hevşaredar Fatma Gulan Onkol axivî û diyar kir ku maddeyên hişbir û fuhûş wekî aparatên şerê taybet tên bikaranîn. Fatma Gulan Onkol anî ziman ku armanca van polîtîkayan bêbandorkirina ciwanan e got: “Bi taybetî li herêma me zêdebûna maddeyên hişbir û fuhûşê ne tesaduf e. Dixwazin ciwanên me ji civakê, ji nasname û çanda wan dûr bêxin. Em dixwazin bi hêz û morala ku ji gelê xwe digirin, vê têkoşînê li her derê mezin bikin.”

 ‘Ev şerekî berfireh e’

Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mehmet Kan jî destnîşan kir ku pirsgirêka tiryakê pirsgirêkeke mezine û tenê bi xebata saziyekê çareser nabe. 

Di civînê de welatiyên ku axivîn jî bal kişandin li ser kûrbûna van pirsgirêkan li taxên wekî Şehîdlik, Benûsen, Îskenderpaşa û Hasirliyê. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina vê çiravê divê hemû gel dest bide hev, yektiya xwe ava bike û li dijî belavbûna tiştên nebaş raweste.

Li Bismilê nobeta 3 rojan didome

Nobeda 3 roja a ku li dijî bikaranîna madeyên hişber, fihûş û çetebûnê li taxa Şentepe ya navçeya Bismilê hatiye destpêkirin, îro jî berdewam kir. Şêniyên taxê, nûnerên rêxistinên demokratîk û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser xetereyên madeyên hişber û çetebûnê agahî hatin dayîn. Piştî axaftinan, girseyê li ber stranan govend gerandin.