Gel li 7 bajarên Rojeva ji bo Sîpan meşiyan

Bi deh hezaran Rojavayî li dijî kuştina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) derketin kolanan û xwestin hesab bê pirsîn.

•
1 deqe xwendin
Gel li 7 bajarên Rojeva ji bo Sîpan meşiyan

Bi deh hezaran welatî li bajarê Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê, Tirbe Sibiyê, Çilaxa, Dêrik û Dirbêsiyê derketin qadan û kuştina Samî Şêxmûs şermezar kirin. Li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê gel li dijî revandin û qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso) meşiyan.

Qamişlo 

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji çerxerêya Sonî heya çerxerêya Şehîdan meşiyan. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, şermezarkirina şehîdxistina Sîpan û hesabpirsîna ji sûcdaran hatin berzkirin. Girse li çerxerêya Şehîdan sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre Îsiyatîfa Gel a Qamişloyê daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku vî sûcî ronî bike, lêkolîneke zelal  bide destpêkirin û li gorî qanûnê hesab ji sûcdaran bipirsîn. Her wiha bang li şêniyan hat kirin ku hişyar bin, hevgirtî bin, yekitiya xwe biparêzin û rê nedin tu aliyekî ku wan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bînin.

Çilaxa 

Li bajarê Çilaxayê jî bi tevlêbûna şênî, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran Kurdan û endamên tevgerên jinan çalakiyek li pêşiya avahiya PYDê ya li taxa Resafayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek bi navî Însiyatîfa Gel hat xwendin.

Endamê însiyatîfê Feysel Hesen daxuyanî da û sûcê li dijî Sîpan bi tundî hat şermezarkirin û xwest ev sûc pîvanên mirovî û exlaqê derbas kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de provokasyon, zimanê kîndarî û fitneyê hatin redkirin û banga aştiya navxweyî û pêkanîna edaletê hat kirin.

Girkê Legê 

Li bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê meşek ji qada Şehîdan heya sûka navendî hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina şehîdxistina Sîpan hatin berzkikrin.

Li sûka navendî deqeyek rêz hat girtin û bi navê Îsiyatîfa Gel a Girkê Legê daxuyaniyek ji aliyê Şehnaz Ebdo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê banga hesabpirsînê ji qatilan hat kirin û hate diyarkirin ku mîna vî sûcê dê fitneyê çêbike û aştiya navxweyî têk bibe.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Cemîl jî axivî û anî ziman ku şehîd Sîpan ji bo parastina tevahî Sûriyeyan tê dikoşiya û li ser qetilkirina wî divê hesab ji sûcdaran were pirsîn.

Hesekê 

Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes ji bo şermezarkirin revandin û qetilkirina Sîpan ji çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer heya çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Mifî meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên banga pêkanîna edaletê û hesabpirsînê ji sûcdaran hatin vekirin. Her wiha dirûşmên şermezarkirina şehîdxistina Sîpan û banga yekitiyê li Kurdî hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Li vir endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Ebduxenî Oso axivî. Oso bang li hikumeta veguhêz kir ku li hemberî vê bûyerê helwesteke cidî nîşan bide û sûcdaran aşkera bike.

Tirbespiyê 

Li Tirbespiyê meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de dirûşmên bi banga hesabpirsîna ji qatilên şehîd Sîpan û pêkanîna edaletê hatin berzkirin. Meş li sûka navendî rawestiya û deqeyek rêz hat girtin. Li vir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî. Şakir xwest qatilên şehîd Sîpan werin aşkerakirin û hesab ji wan were xwestin. Nûredîn Şakir anî ziman ku dê şopdarên rêya şehîdan bin û destkeftiyên ku bi saya wan hatin bidestxistin, mafên çandî û zimanî yên gelê Kurd biparêzin.

Dêrik 

Şêniyên bajarê Dêrikê jî çalakiyek li dar xist û daxwaza edalet û hesabpirsînê ji qatilan xwest.

Dirbêsiye 

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi heman armancê ji qada Jinê heya sûka navendî meşiyan. Girseya wêneyên şehîd Sîpan hildan bûn, bê navber dirûşmên şermezarkirina bûyerê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Meş li sûka navendî ya bajêr sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyek hat xwendin. Endamên îsiyatîfê Rexda Şihada bi zimanê erebî û Îbrahîm Hesen bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de qetilkirina şehîd Sîpan hat şermezarkirin û banga edalet û hesabpirsînê ji qatilan hat kirin.