Gel derket qadan û Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

Bi hezaran welatî, di pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî de li Amed, Sêrt û Êlihê derketin qadan û Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin.

•
1 deqe xwendin
Gel derket qadan û Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

Bi deh hezaran welatiyên ku li Amed, Sêrt, Êlih, Riha, Dîlok û Semsûrê li hev kom bûn Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin.

Amed

Bi hezaran Amedî li dijî Komploya 9ê Cotmehê ya 1998an li Amedê kom bûn û meşeke girseyî li dar xist. Girse li pêş NCity kom bûn û pankartên, “Bi rihê rêhevaltiya komînalîst em ê taritiya li ser ronahiya xwe rakin“ , “Li hember komployê niha dema jinê ye’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatin hilgirtin. Girseyê bê navber diruşmên, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Aştî aştî ji bo Serok azadî” berzkirin. 

Piştî ku girse gehişt Parqa Koşuyoluyê Hevseroka MED Tuhad-Fedê Pinar Sakik Tekîn Komploya 9ê Cotmehê şermezar kir û got: “Beriya 28 salan li hember vîna gelekî komployek pêk anîn û Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin. Di van 28 salan de li gel hemû astengiyan ne gelê Kurd ne jî Birêz Abdullah ji lêgerîna çareseriyê venegeriyan û ev jî dide nîşandan ku ev komplo bi ser neket. Îro Rêber Apo gavek daye avêtin û bûye sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Demokratîk. Ji bo ku ev pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe ya fizîkî û ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin.”

 ‘Azadiya Ocalan dê pêvajoyê bibe serî’

Parlamenterê DEM partiyê Serhat Eren jî bal kişand azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Divê êdî di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan azad bibe. Qanûnek derketiye rast e lê ev qesl û divê were berfirehkirin. Divê Birêz Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê bikaribe bi her alî ve têkilî dane û bi azad tevbigere. Dewlet 12 sal in li hember biryarên DMMEyê radisweste û azadiya Ocalan pêk naîne. Li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat hêzên ku dixwazin zîhniyeta komployê bimeşînin hene û divê dewlet li hember vê zîhniyetê demek beriya demekî gav biavêje. Destpêka vê gavê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em careke din komployê şermezar dikin.”

Piştî axaftina Serhat Eren girse bi diruşma, “Bijî Serok Apo” belav bû. 

Sêrt 

Rêxistina DEM Partî û ya DBP ên Sêrtê jî bi heman armancê li pêş avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê Heta Kolana Gursesê meşiyan û daxuyanî dan û komployê şermezar kirin. Di çalakiyê de rêveber û endamên her du partiyan ên navend û navçeyan, Parlamenentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên navend û navçeyan û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî” û “Slav slav hezar slav ji Îmraliyê re hezar slav” berz kirin. Û girseyê diwîzên “Jin kirdeya aştiyê ne”, “Pêdiviya me bi aştiyê heye, ne bi şer”, “Ne fikrên girtî, fikrên azad aştiyê mezin dike”, “Mîmarê aştiyê yê xelata nobelê Ocalan e” û “Rêya bi hezar km yî bi gavek tê destpêkirin” hatibûn nivîsandin. Her wiha pankarta “Ji komployê re na, Azadî ji bo birêz Ocalan” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hela rêveberê DEM Partiyê Hasan Polat ve hate xwendin.

 ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Hasan Polat bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Azadiya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nayê kirin. Domdariya aştiyê, bi xurtkirina hevpar a hiqûq, edalet, wekhevî û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Ji vir em careke din bi biryardariya xwe ya têkoşînê diyar dikin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja wekhev û azad a gelan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi çepikan bi dawî bû.

Êlih

​Platforma Saziyên Demokratîk li dijî komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû li dar xistin ji Cadeya Gulistanê heta Parka Yilmaz Guneyê meşiya piştre daxuyanî dan. Di çalakiyê de gelek rêveber û endamên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakê û gelek kes beşdar bûn. Beşdarvanan di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre komploya 9ê Cotmehê”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 

Hevseroka Rêxistina DEM Pariyê ya Êlihê Semra Guneş di çalakiyê de axivî û got: “Komploya Navneteweyî ya ku beriya 28 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, polîtîkayeke li dijî têkoşîna azadiyê ya gelan û vîna jiyana hevpar a wekhev a gelên Kurd û Tirk bû.”

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk axivî û got: “Bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin re dê modeleke nû ya Tirkiyeyê çêbibe. Em jî hewl didin aştiyeke û civakeke demokratîk ava bikin. Bi vê wesîleyê em vê komployê careke din şermezar dikin.”

Riha

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê bi mebesta şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rihayê meşeke girseyî li dar xist. Girseyê li ber AVMya Novada Parkê ya li navçeya Xelîliyeyê kom bû û bêavber dirûşmên “Di şer û aştiyê de em bi te re ne Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Piştî kombûnê, girseyê ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve dest bi meşê kir. Di meşê de  posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd, pankarta “Azadî ji birêz Ocalan” û dovizên bi nivîsa “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin hilgirtin. Di seranserê meşê de dirûşmên wekî “Ciwan fedayên Rêber Apo ne”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Li çiyan negerin Apoyî li her derê ne” hatin qîrandin.

‘Pedîvî bi gavên berbiçav heye’

Girseya ku gihîşt ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê ê Rihayê Nîhat Demirbileklî ve hat xwendin.

Piştî xwendina metnê, Parlamenterê DEM Partiyê ê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar bal kişand ser berxwedana li dijî komployê û wiha got: “Gelê Kurd li hember komploya ku 28 sal berê hatibû meşandin berxwend û têkoşîna xwe mezin kir. Ji du salan vir ve pêvajoyek tê meşandin. Muhatabê vê pêvajoyê ji aliyekî ve Birêz Ocalan e, ji aliyê din ve dewlet e. Lê belê ji aliyê dewletê ve li gorî giyana pêvajoyê gav nahêtin avêtin. Ji meclisê silav û niyetên baş têne şandin. Ev tiştên girîng in lê ne bes in. Dewlet di avêtina gavên pêwîst de dereng maye. Di vê pêvajoyê de em li pişta Rêbertiya xwe ne, Bijî Serok Apo.”

Çalakî piştî axaftinan û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Semsûr

Di pêşengitiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê têkildarî 9ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Qada Bajêr a Semsûrê dayuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Metna daxuyaniyê ya Kurmancî Hevserokê DEM Partî yê Semsûrê Mehmet Bayir, metna Tirkî jî Hevseroka DBPê ya Semsûrê Sûzan Şan xwend.

‘Armanc tasfiyekirina îradeya gelê Kurd bû’

Mehmet Bayir diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ne tenê ji bo derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê bû, xwestin darbe li îradeya azadiyê û hêviya çareseriya demokratîk a gelê Kurd bixin û got: “Bi vê komployê xwestin ku derbê li îradeya azadiyê û hêviya çareseriya demokratîk a gelê Kurd bixin. Di kesayetiya Birêz Ocalan de tiştê ku hat armancakirin, hebûna gelê Kurd, têkoşîna wî ya azadiyê û hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk bû. Siyaseta tasfiyeyê ya ku di 9ê Cotmehê de hat destpêkirin, bi komploya 15ê Sibatê re berdewam kir. Lê belê li hemberî vê, berxwedana Birêz Ocalan a li Îmraliyê û siyaseta gelê Kurd a ku serî netewand, ev komplo vala derxist.”

‘Paradîgmaya modernîteya demokratîk rêya çareseriyê nîşan da’

Mehmet Bayir destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoya ku di 9ê Cotmehê de dest pê kir û di 15ê Sibatê de derbasî asteke nû bû de, li hember siyaseta tasfiyeyê ya ku li ser hatibû ferzkirin paşvegav neavêt û wiha got: “Berovajî wê îradeya çareseriya demokratîk mezin kir. Bi Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ku pêş xist re, ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de rêya çareseriya pirsgirêkên kronîk ên Rojhilata Navîn jî li ser bingeha aştî, demokrasi û îradeya azad a gelan nîşan da.”

‘Azadiya Ocalan daxwaza hevpar a hem hêzên demokratîk e’

Mehmet Bayir bi lêv kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewcedariyeke dîrokî ya çareseriya demokratîk û aşitiyê ye û wiha dawî da axaftina xwe: “Heta ku Birêz Ocalan ê ku 28 sal in li Îmraliyê tê girtin azad nebe, meşandina pêvajoyê û kalîtebûna aşitiyê ne mimkun e.Ji ber vê yekê, xwestina azadiya Birêz Ocalan divê bibe daxwaza hevpar a hemû beşên civakî û hêzên demokratîk ên ku li Tirkiyeyê demokrasi û aşitiyê dixwazin. Azadîya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nayê fikirandin. Pêkhatina aşitiyê bi bihêzkirina hiqûq, edalet, wekhevî û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Ji bo azadiya Birêz Ocalan, çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja wekhev û azad a gelan, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Dîlok

Li Dîlokê di salvegera komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê de,  girseya ku li pişt pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat cem hev, li Cinderesê civiya, heta navenda Şahînbeyê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin.

Piştî meşê, Hevserokê DEM Partiyê ya Dîlokê Fesîh Yeşîl daxuyanî xwend. Yeşîl bal kişand ser hewcedariya nizameke demokratîk û çareseriyê û diyar kir ku ji bo vê yekê divê azadiya Abdullah Ocalan bê dabînkirin, nasnameya kurd bibe xwedî garantiya destûrî û astengiyên li ber siyasetê bên rakirin.

‘Têkoşîna aştî û demokrasiyê wê berdewam bike’

Piştre Parlamenterê Şirnexê Zeki İrmez axivî û destnîşan kir ku armanca komployê ew e ku gelan bîne beramberî hev û pevçûna navxweyî derxe. Zekî İrmez diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkarê ji daxwaza welatiya wekhev paşde gav neavêtiye û tevî hemû astengiyan jî têkoşîna aşitî û demokrasiyê bi biryardarî berdewam dike.