‘Gavên sibê bên avêtin dereng in’
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Komara Tirkiyeyê giran tev digere û got: “Ev tevgerîna giran, zerarê dide her kesî. Divê dewlet demildest gavan biavêje. Sibê dereng e

Di ser pêvajoya 1ê Cotmehê re 2 sal borîn. Di vê pêvajoyê de PKKê û Rêberê Gelê Kurd gavên dîrokî avêtin. Li hemberî vê yekê hîn mafê hêviyê nehatiye naskirin, girtiyên siyasî nehatine berdan û zemîna hiqûqî û siyasî li gorî pêvajoyê nehatiye amadekirin. Têkildarî geşedanên dawî Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan nirxandinên girîng kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku 2 salin pêvajoyek li bakurê Kurdistanê tê meşandin û got: “Li aliyekî berpirsiyarê Dewleta Tirkiyeyê bangeke girîng kir. Dewlet Bahçelî jî bangeke girîng kir. Di van 2 salan de hin tişt hatin kirin. Lê ev nabin bersîva pêvajoyê. Divê rayedarên dewletê jî û hemû alî berpirsiyariya xwe bibîne. Divê şert û mercên li Rojhilata Navîn pêş dikeve bibîne û têkiliya kurd û tirkan rast şirove bikin.”
Omer Ocalan xwest her kes salên borî rastteqîn şirove bike û wiha axivî: “Di aliyê çareseriyê de kurd samîmî ne. Rêber Apo jî gelek caran bi rêya şandeyê hewl dide ku fikrên xwe yên ji bo çareseriyê belav bike. 2 sal borîn, Rêber Ocalan nikare raste rast û yek bi yek hemû fikrên xwe bi raya giştî re parve bike. Fikrên Rêber Ocalan hemû gelê Rojhilata Navîn eleqeder dike. Lê gelek spekulasyon hene. Êrîşek bêehleq li dijî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin. Banga Dewlet Bahçelî qels maye. Rêber Ocalan û partiya wî di van 2 salan de gelek gavên girîng avêtin.”
Omer Ocalan bal kişand ser hewldana gelê kurd û wiha pêde çû: “PKKê kongra xwe pêk anî, sazî û rêxistinên kurdan û gelê kurd sekneke xurt nişan dan. Divê êdî Komara Tirkiyeyê û desthilata Tirkiyeyê peyvira xwe pêk bîne. Hin gav hatin avêtin. Qanûna Çarçove derket. Lê hîn ev gav nabin bersîva pêvajoyê. Divê MGK û desthilatdariya Tirkiyeyê gavan bavêje. Mixabin heta niha gava ku gelê kurd samîmîyeta pêvajoyê bibînin nehatiye avêtin.”
Li ser girîngiya gavên bên avêtin Omer Ocalan ev nirxandin kir: “Ev gavên bêne avêtin sed salên siberoja Tirkiyeyê eleqeder dike. Têkiliya kurd û tirkan eleqeder dike. Em dixwazin rastiya Tirkiyeyê bê niqaşkirin. Em dibînin ku dewlet dixwaze bêbaweriyekê pêş bixe. Heta niha gavên şênber neavêtiye. Hin kesên nijadperest zimanekî qirêj bikar tîne. Hîn gumanên gel ên li hemberî pêvajoyê hene. Gumanê gel li hemberî Komara Tirkiyeyê ye. Dema Komara Tirk gavan bavêje, dê gel baweriya xwe bîne. Ev mesele, meseleya sed salê ye. Ne meseleya hilbijartinê ye. Gelê kurd hişyar e. Aramî û aştiyê dixwaze. Dixwaze siyaseta demokratîk bike. Di 1ê cotmehê de meclis vedibe. Meclis 2 sal in vê meseleyê niqaş dike. Lê desthilatdariya Tirkiyeyê hîn erk û peyvira xwe neanîye cih.”
Sibê dereng e!
Omer Ocalan anî ziman ku Komara Tirkiyeyê giran tev digere û got: “Ev tevgerîna giran, zerarê dide her kesî. Divê dewlet demildest gavan biavêje. Sibê dereng e, divê îro gavan bavêje. Divê gelê kurd, sazî û siyaseta me şiyar be. Gelê me êdî gelê sedsala 21emîn e. Gel êdî her tişt ji nêzîk ve dişopîne. Divê sazî û rêberê xwe bişopîne. Serok Apo bi stratejîk tev digere. Ev gelek girîng e. Hin kes dixwazin li gorî berjewendiyên siyasî tev digere. Dibe desthilat berjewendiyên hilbijartinê bike. Lê divê hesasiyeta gelê kurd û 86 milyon li ber çavan bigire. DMME jî ji bo Serok biryara Mafê Hevdîtinê da. Lê hîn ev maf nexistine meriyetê. Divê Serok karibe bi rojnameger, akademîsyen, nivîskar û nûnerên civakê re bi hêsanî hevdîtinê bike. Divê raste rast karibe fikrên xwe i raya giştî re parve bike. Serok dixwaze mekanîzmayek bê avakirin û fikrên xwe raste rast bi hemû raya giştî re parve bike. Ji bo vê yekê dewlet divê zagonên navneteweyî pêk bîne. Divê biryara DMMEyê pêk bîne. Divê Mafê Hêviyê bibe zagon. Divê şert û mercên Rêber Ocalan bê rastkirin. Gelê kurd êdî naxwaze rêberê wî di zindanê de be. Dixwaze serokê wan di nava wan de be. Lê dewletê hem di qada siyasî de û hem di qada hiqûqî de xwe giran kiriye. Hiqûqa neteweyî û hiqûqa navneteweyî jî xwe giran kiriye. Kes êdî nikare bêje bila gelê kurd di vê sedsalê de ji mafê xwe bêpar be. Kurd êdî daxwaza ziman, çand, nasname û statuya xwe dike. Daxwaza mafê xwe yê neteweyî û civakî dike. Êdî miletek ne di ser miletê din re ye. Berjewendiyên her kesî di Komara Demokratîk de heye. Bişaftin û înkara kurdan bi her kesî dide windakirin. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tev bigere. Ev mesele, meseleya 86 milyonan e.”
Omer Ocalan bang li gelê kurd jî kir û got: “Divê gelê me di aliyê siyasî, aborî, civakî û hemû qadan de yekîtî û tifaqa xwe pêş bixe. Gelê kurd êdî dixwazin di qada siyasî de siyaseta demokratîk û entegrasyona demokratîk dixwazin. Kurd bi xwebûn û hebûna xwe dixwazin tev li entegrasyonê bibin. Dixwazin bi ziman, çand, nasname û hebûna xwe bên qebûlkirin. Daxwaza kurdan û Serok zelal e. Ji bo vê yekê divê di serî de deriyê Îmraliyê vebe. Divê endamên PKKê karibin tev li siyasetê bibin. Divê penaber karibin bên welat û tev li siyasetê bibin. Divê girtiyên siyasî bêne berdan û tev li siyasetê bibin. Ji bo vê yekê Statuya Serok gelek girîng e. Divê statuya Serok bi qanûnan bê mîsogerkirin û naskirin.”


