‘Gavên li Sûriyeyê hatine avêtin girîng in’

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu destnîşan kir ku gelekî qedîm ê mîna kurdan temînata aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn e û got: "Rêkeftin û gavên li Sûriyeyê hatine avêtin girîng in. Lê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

•
1 deqe xwendin
‘Gavên li Sûriyeyê hatine avêtin girîng in’

Firat Tunç 

Piştî peymana 29ê çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê de berdewam dike. Li gorî peymana 29ê çileyê gelek saziyên leşkerî, îdarî û hwd. entegre bûn. Di 24-25ê tebaxê de li Şamê di çarçoveya temamkirina bendên peymana 29ê çileyê ya di navbera HSD/Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtinên krîtîk hatin kirin. Di hevdîtinê de Heyeta Rojava gelek daxwazên xal bi xal radestî heyeta Şamê kirin. Demeke kurt piştî nîqaşkirina mijarên girîng derbarê zimanê kurdî û erka Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed de ji hêla serokkomarê Sûriyeyê daxuyaniyek fermî hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê zimanê kurdî di dibistanan de wek dersên hilbijartî û heftê 3 wane dê li gel zimanê erebî bê dayîn. Her wiha Mazlûm Abdî bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê û Îlham Ehmed jî dê kar û barên parlementoyê de wek parlementer cih bigire. 

Li ser geşedanên ku li Sûriyeyê diqewimin Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu ji Azadiya Welat re axivî. 

'Gelê kurd temînata aramiyê ye’ 

Ayşe Surucu bi bîr xist ku gelê kurd bi hezaransal in li ser axa xwe ya qedîm a Mezopotamyayê dijî, lê tevî vê rastiya dîrokî jî nasname û hebûna wî rasterast nehatiye qebûlkirin û got: “Gelê kurd tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye. Gelê kurd ji bo bidestxistina statu û mafên xwe yên rewa her tim di nava berxwedan û têkoşîneke mezin de bûye. Dema ku çeteyên DAIŞê êrişî Sûriyeyê kirin, berxwedana dîrokî ya kurdan û bi taybetî jî têkoşîna bêhempa ya YPJê derket pêş. Tevahiya cîhanê şahidiya hêz, îrade û xurtbûna jinên kurd kir. Bi vê têkoşînê re ew îradeya ku dihat xwestin bê tinehesibandin, bi Şoreşa Rojava re ji bo hemû gelên cîhanê bû mînakeke mezin. Kurdan bi vê sekna xwe dîsa nîşanî hemû cîhanê dan ku gelê kurd temînata bingehîn a aştî û aramiya Rojhilata Navîn e.”

‘Bi gavekê dest pê dike’ 

Ayşe Surucu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir ku cihgirtina kurdan di nav biryardarî û saziyên dewletê de gaveke girîng e û wiha pê de çû: "Pêvajoya ku niha li Sûriyeyê bi pêş dikeve û peywirgirtina kurdan a di nav saziyên dewletê de gaveke dîrokî û qîmetdar e. Mirov dema berfireh bixwîne û mêze bike, dibîne ku ev gav ji bo bersivdana hemû daxwazan ne bes bin jî, ji bo destpêkê gelekî girîng in. Em bawer dikin ku dê berdewamiya van gavên dîrokî jî were. Çawa ku Rêber Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dibêje 'Rêya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike', ev pênase ji bo rewşa heyî ya Sûriyeyê jî derbasdar e. Ji vir û şûn de, divê ji bo qebûlkirina fermî û misogerkirina statuya kurdan dîplomasiyeke xurt û hewce bê meşandin."

'Kurdî divê bibe fermî’ 

Ayşe Surucu li ser geşedanên derbarê zimanê kurdî de jî destnîşan kir ku gavên heta niha hatine avêtin têr nakin û got: "Zimanê kurdî zimanekî gelekî dewlemend, berfireh û kevnar e. Herî dawî li Sûriyeyê derbarê zimanê kurdî de hin gav hatin avêtin û em van gavan girîng dibînin, lê ev yek kêm e. Îro li Sûriyeyê derdora 3 milyon kurd dijîn û gelê kurd gelekî herî qedîm û niştecihê vî welatî ye. Ji ber vê yekê ev pênasekirinên kêm bes nînin; divê gavên hîn xurtir, lezgîn û çalak bên avêtin. Divê Zimanê kurdî wekî zimanê fermî were naskirin. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya zikmakî. Em pênasekirina wekî 'zimanê hilbijartî' rast nabînin. Lazim e di hemû qadên jiyanî de zimanê kurdî bi fermî bê qebûlkirin. Şert û mercên vê yekê divê ne tenê di gotinan de, lê di zagon û destûra bingehîn de bi awayekî qanûnî bêne diyarkirin. Heke ev yek çêbibe, em bawer dikin ku demokrasî û aramiya Sûriyeyê dê bi awayekî rastî bi pêş bikeve."

'Modela YPJê di dîrokê de yekem e’ 

Ayşe Surucu di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xweseriya YPJê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mirov dizane ku li Rojhilata Navîn di pergala serdest de piranî navê jinê tune ye. Lê belê li hemberî vê yekê, li herêmê hêzeke bêhempa ya mîna YPJê heye ku têdikoşe û civakê diparêze. Naskirina statûya YPJê ya bi awayekî xweser gelekî girîng û binirx e. Li Rojhilata Navîn ev modela yekemîn e ku artêşeke jinan bi awayekî xweser di nav dewletekê de cih digire û jinan û tevahiya civakê diparêze. Em vê têkoşînê û gavê gelek girîng û bi nirx dibînin.”