Galibaf: DYA negihîşt ti armancên xwe
Serokê Parlamena Îranê Muhammed Baqir Galibaf, di hevdîtinên xwe de got ku, “DYA têk çûye û negihîştiye tu armancên xwe.”

Serokê Parlamena Îranê Muhammed Baqir Galibaf di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de bi Serokkomarê Iraqê Nîzar Amîdî û Serokwezîr Alî El-Zeydî re civiya.
Galibaf, diyar kir ku sedema krîzên li herêmê DYAyê ye. Galibaf, destnîşan kir ku DYE di şerê xwe yê li hemberî Îranê de têk çûye û negihîştiye ti armancên xwe. Her wiha diyar kir ku DYA dixwaze dest bide ser çavkaniyên welatên herêmê.
Li gorî nûçeya IRNA’yê, Amîdî jî anî ziman ku şerê di navbera DYA û Îranê de li dijî mirovahiyê û zagonên navneteweyî ye. Amîdî, teqez kir ku Iraq piştgiriya îstiqrara herêmê dike û piştgirî dide Îranê.
Galibaf û Zeydî, bal kişandin ser girîngiya pêwendiyên Îran û Iraqê. Zeydî, anî ziman ku Îran di serdema DAÎŞ'ê de yek ji welatên yekem bû ku alîkarî da Iraqê û diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Îraqê berdewam bikin.


