Filmê dokûmenterî ‘Çavê Çavdêr’ xelat wergirt
Filmê dokûmenterî yê bi navê ‘Çavê Çavdêr’ di 14emîn Festîvala Navdewletî ya Meksîkayê de xelat wergirt. Naveroka film li ser jiyana jinek di xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de çavên xwe ji dest dayî ye.

Li gor daxuyaniya 14emîn Festîvala Navdewletî ya ‘Li dijî bêdengiyê, hemû deng’ a Meksîkayê, filmê dokûmenterî yê bi navê ‘Çavê Çavdêr’ xelat wergirt.
Li gor daxuyaniyê, festîvalê ev filmê dokûmenterî di beşa ‘sinor, koç û penaberiyê’ de wek filmê dirêj hilbijartiye. Senaryoya film ji aliyê Ebas Xezalî li Îspanyayê hatiye amadekirin û ji aliyê kompanya ESCAC Films ve hatiye kişandin. Film 28 deqeye û bi zimanên Farisî û Îspanyolî hatiye çêkirin.
Şanogera bi navê Kewser Îftixarî di dema serhildanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de di encama gulebarana rasterast ya îstixbarata Îranê de ji çavê xwe birîndar bû û çavekî xwe ji dest da. Filmê dokûmenterî yê hatî çêkirin li ser jiyana Îftixarî ya piştî vê bûyerê hatiye çêkirin. Ka gelo wê biryar bide li şûna çavê ji dest dayî çavek destkird bikarbîne ji bo sîmayê wê wek berê lêbê, yan jî wê jiyana xwe li gel wê birîna ku bûye beşek ji nasnameya nerazîbûnan berdewam bike.
Kewser Îftixarî piştî birîndarbûnê, bûye yek ji ruxsarên herî naskirî ya wan kesên di dema nerazîbûnan de çavên xwe ji dest dane yan jî ziyan gihanê.


