‘Fikrên Rêbertiyê dê şoreşa çandî bi pêş bixe’

Şanoger Abdullah Tarhan anî ziman ku wekî hunermend dixwaze biçe Îmraliyê û got: “Pêşniyar û perspektîfên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hunermendan re parve bike, dê bihêlin ku di çandê de şoreş bi pêş bikeve.”

•
1 deqe xwendin
‘Fikrên Rêbertiyê dê şoreşa çandî bi pêş bixe’

Di 2023yan de ji 22 welatan 350 parezaran nameyek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şandin û xwestin biçin Îmraliyê. Dîsa di çileya 2024an de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin li Edliyeya Amedê serî li wezareta dadê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Di dem û dîrokên cuda de gelek ciwan, jin, akademîsyen, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, rojnameger û gelek pêşengên civakê ji bo biçin Îmraliyê çûn Enqereyê û serî li wezareta dadê dan. Lê heta niha wezaretê bersiv nedaye van serlêdanan. Ji ber serlêdan bê bersiv mane û deriyê Îmraliyê nehatiye vekirin, kesên serlêdan kirine nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditinê bikin. Gelek hunermend jî dixwazin biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Yek ji hunermendan şanoger Abdullah Tarhan anî ziman ku ew jî dixwaze biçe Îmraliyê û ji fikr û perspektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê werbigire. 

Şanoger Abdullah Tarhan têkildarî rista hunermendan a di azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî. Abdullah Tarhan, anî ziman ku gelek rojnameger, hunermend, siyasetmedar û akademîsyen ji bo biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li wezareta dadê dane. Lê mixabin hîn bersiv nehatiye. Sedem ew e ku naxwazin fikr û felsefeya wî ya dîrokî, çandî, siyasî bi gelê, kurd, tirk û gelê cîhanê re parve bike. Dewlet naxwaze rêya fikr û felsefeya wî ku rêya çareseriyê nîşan dide belav bike. Heta ku ji destê dewletê tê, dê astengiyan bidomîne. Naxwazin ew felsefeya wî ya çareseriyê ku civakek azad û komara demokratîk ava bike, belav bibe. Îro bi hezaran hunermed, siyasetmedar, nivîskar û rojnameger li bendê ne ku deriyê Îmraliyê vebibe û biçin hevdîtinê bikin. Lê netewe-dewleta klasîk ji ber xwedî hişmendiya berê ye naxwaze rê vebike. Naxwazin ew fikr û ronahiya Rêber Ocalan bigêje hunermed û rewşenbîran.” 

Abdullah Tarhan, da zanîn ku eger deriyê Îmraliyê li her kesî vebibe, ew ê bi lez berê xwe bidin Îmarliyê û wiha axivî: “Ev hunera ku em bi pêş dixin, şîrove, analîz û perspektifên ji bo wê gelek girîng in. Ez bawer dikim ku Rêber Abdullah Ocalan rexneyên ku bike û perspektifên ku bide me, dê bihêle ku li Kurdistanê şoreşa çandî pêk bê. Ji ber vê yekê wekî hunermend û şanogeran em li bendê ne ku rojek beriya rojekê derî vebibin û em biçin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin li perspektîf, pêşniyar û rêgezên ku deyne pêş me guhdarî bikin. Em dixwazin ji fikrên wî yên li ser çandê û hêzê werbigirin.” 

Abdullah Tarhan, li ser rola hunermendan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha axivî: “Rola hunermendan rola herî sereke ye. Ji ber ku civakeke azad, xwedî bîrdozî û xwedî nirx û xwedî çand, li ser pişta hunermendan e. Barê ku civakê daye ser pişta hunermendan ne barekî sivik e. Divê em civakê di her aliyê jiyanê de ronî bikin û bi rêxistin bikin. Di wî alî de rol û rista dikeve ser me hunermendan gelek zêde ye. Divê em bi şev û roj bixebitin. Divê em pêvajoyê baş bidin fêmkirin. Em bi fîlm, belgefîlm û şanoyê bikaribin civakê bi rêxistin û ronî bikin. Divê em bi rêya hemû beşên hunerê heqîqetê bigihînin civakê û civakê bikin xwedî hêz.” 

Abdullah Tarhan li ser nêzîkatiya dewletê jî rawestiya û wiha axivî: “Pergal û dewlet her tim dixwazin emrê xwe dirêj bikin. Dewlet rojek be jî, dixwaze wê rojê li dijî civakê, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dixwaze kêliyên xwe yên li ser desthilatdariyê zêde bike. Dewlet her tim xwedî nêzîkatiyekê ye da ku her tim desthilatdariya xwe dirêj bike. Lê nêrîn û felsefeya ku Rêber Abdullah Ocalan daye pêşiya dewletê, neçarî xwe-guhertinê kiriye. Em dikarin bibêjin êdî vegera vê pêvajoyê tune ye. Kî ji vê pêvajoyê vegere ew ê wenda bike. Kî vegere dê têk biçe û bi ser nekeve. Kî vegere dê di rûpelên dîrokê de wenda bibe. Wê hêz û moralê xwe wenda bike û dê di polîtîkaya xwe de wenda bikin. Civaka kurd xwedî bawerî ye. Ji vê pêvajoyê bendewariyên wê hene. Em bi xwe bawer in. Mirov dikare bi civakeke komînal, wekhev û di welatekî azad û serxwe de bijî.”