Festîvala Çandî ya Kurdî deriyê xwe vedike
Festîvala Çandî ya Kurdî ya Navneteweyî ya 34an, li Ewropayê, di 5ê Îlona 2026an de li bajarê Dortmundê yê Almanyayê dê bi coş û beşdariyeke berfireh pêk bê.

Festîvala Çandî ya Kurdî ya Navneteweyî ya 34an ku bi sloganê “Bi Rêbertiyê Civaka Demokratîk Ava Bikin” dê di 5ê îlonê de bi hazarê Kurd û dostên wan kom bike. Festîvala ku ji sala 1992an ve tê lidarxistin û her sal bi beşdariyeke mezin derbas dibe, bûye platformeke girîng a parastin, pêşxistin û danasîna çand û hunera kurdî. Li avrupê ev çalakî ne tenê cihê şahî û kêfxweşiyê ye, qada hevgirtin, yekîtî û nîşandana dewlemendiya çandî ya gelê kurd jî ye.
Dê çar aliyên Kurdistanê kom bike
Li qada festîvalê dê gelek standên saziyên çandî, navendên hunerî û rêxistinên civaka sivîl yên ji bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê cih bigrin. Mêvan dê derfetê bibînin ku bi hunerên destan, berhemên edebî, pirtûk, cil û bergên kevneşopî û xwarinên taybet ên Kurdistanê nas bibin.
Di nava rojê de dê pêşangeh, semîner, çalakiyên çandî û civînên cihê jî bên lidarxistin. Organîzatoran diyar kirin ku armanca wan ew e ku çanda Kurdî bi hemû reng û cûreyên xwe re ji nû ve li pêş çavan were anîn.
Ji bo zarokan bernameyên dewlemend
Ji bo zarok û ciwanan jî bernameyeke taybet hatiye amadekirin. Li çadera Zarok Ma dê gelek çalakiyên perwerdehî, lîstik, atolyeyên hunerî û bernameyên şahî bên pêşkêşkirin. Amadekaran dibêjin ku zarok nifşa paşerojê ne û girîng e ku bi ziman, çand û dîroka xwe re mezin bibin. Ji ber vê yekê, beşa zarokan her sal yek ji beşên herî balkêş ên festîvalê ye.
Hunermendên navdar derdikevin ser dikê
Yek ji beşên herî balkêş ên festîvalê jî bernameya muzîkê ye. Gelek hunermend û komên navdar ên Kurd dê li pêşiya gel derkevin û bi stran û muzîka xwe coşa festîvalê zêde bikin.
Di nav hunermendên ku dê vê salê li sahneyê derkevin ser dikê de ev nav hene:
Chopy
Mikail Aslan û Cemîl Koçgirî
Koma Zerdeştê Kal
Sîpan Xelat
Awaza Botan
Govend
Li gel konseran, dê pêşandanên govend û folklorê jî bên pêşkêşkirin. Tê payîn ku qada festîvalê rojê bi tevahî bibe qada stran, govend û şahiyê.
Çadirê konê Reş ye muyi Dê Çanda Jiyana Kevneşopî Nîşan Bide
Li qada festîvalê dê Konê Raş jî cihê taybet hebe. Ev çadir bi rêxistina hunermenda şanoyê Emele hatiye amadekirin. Di hundirê wê de dê mînakan ji jiyana koçeran, cil û berg, amûrên kevneşopî, çanda xwarinê û gelek aliyên jiyana Kurdî bên nîşandan.
Mêvan dê li vir derfetê bibînin ku bi çand û dîroka jiyana diroka kürdistani.Re nas bibin û mîrata kevneşopî ya Kurdistanê ji nêz ve bibînin.
Kesayetên navdar jî beşdar dibin
Li gorî komîteya amadekariyê, gelek kesayetên navdar ji warên siyasetê, hunerê, edebiyatê, akademiyayê û civaka sivîl jî dê beşdarî festîvalê bibin. Di çarçoveya festîvalê de dê axaftin, panel û civînên çandî jî bên lidarxistin.
Banga ji bo bernameyê
Organîzatoran bang li hemû Kurd û dostên wan kirin ku di 5’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî vê festîvala mezin bibin. Wan di daxuyaniya xwe de got ku festîval sembola yekîtî, hevgirtin û parastina nirxên çandî ye û her kes divê beşdarî vê rojê bibe.
Tê payvîn ku Festîvala Çandî ya Kurdî ya Navneteweyî ya 34an bibe yek ji mezintirîn civînên çandî yên Kurdan di sala 2026an de û li Dortmundê bibe qada civêndina Bi hezaran kesan.
Agahiyên Festîvalê
Dîrok: Şemî, 5’ê Îlona 2026an
Dem: Ji saet 10:00’an û pê ve
Cih: Remydamm / Victor-Toyka-Straße, 44139 Dortmund (Parkplatz E1/E2)
Slogan: “Bi Rêbertiyê Civaka Demokratîk Ava Bikin


