Ferhan Turk: Mirov ji bîr nake, bêriya wê dike
Şahidê Zindana Amedê û siyasetmedar Ferhan Turk rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê nirxand û wiha got: “Di 14’ê Tîrmehê ji bo kurdan bû roja rûmetê. Mirov ji bîr nake, wêriya wê rojê dike.”

Şahidê Zindana Amedê û siyasetmedar Ferhan Turk rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê nirxand û wiha got: “Di 14’ê Tîrmehê ji bo kurdan bû roja rûmetê. Mirov ji bîr nake, wêriya wê rojê dike.”
Di ser berxwedana 14’ê Tîrmehê re 39 sal derbas bûn. Li ser vê berxwedanê gelek nirxandin hat kirin. Hêj jî gelek nirxandin tên kirin. Gelek roman û helbest hatin nivîsandin, stran û fîlm hatin çêkirin. Wekî serdemeke nû di dîroka kurd û Kurdistanê de cihê xwe girt. Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bûn remza vê çalakiyê. Şahidê îşkence tundî û berxwedana zindana Amedê siyasetmedar Ferhan Turk ji bernameya Podcasta rojnameya me Xwebûnê re nirxan.
*Birêz Ferhan di sala 1980’ê de li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk hat. Di Zindana Amedê de îşkenceyeke dijwar li kurdan kirin. Tu bûye şahidê wê berxwedanê. Tu dikare qala berxwedana li Zindana Amedê bikî?
Di sala 80’ê de dema wehşeta 12’ê Îlonê bû em jî hatin girtin. Dibêjin roja nexweş ji roja beriya wê ve diyar dibe.Diyar bû ku ewê çiqas îşkence, tûndî û pêkûtî çê bibe. Ew aşkera bibû. Ewilî pirsgirêka wer mezin tunebû. Tifaqa hevalan hebû, giş li cem hev bûn. Heya pergala xwe ava kirin êdî dest bi îşkence û tûndiyê kirin. Ji kuderê dest pêkir? Ew jî bi hatina Esat Oktay re dest pê kir. Esat Oktay dema hat Zindana Amedê 80-90 eskerên taybet bi xwe re anî bû. Digot, ‘Ez berê li Qibrisê xebitî me’ mirov texmîn dikir ku wehşetek li wê dera jî meşandiye. Got, ‘Ez bi taybetî hatime. Berê hatime Mamakê, min ew islah kiriye niha jî hatime Amedê ezê we jî islah bikim. Bi çi rêyê dibe bibe ezê we islah bikim’. Digot, ‘Li vê dera dewlet ez im. Her tişt ezim. Ez we bikujim, bihêlim kes nikare ji min re tiştekî bibêje’. Demekê hevalan bertek nîşanî wî dan. 7-8 rojana çûn greva birçîbûnê. Wê demê înzibat anîn, dixwestin bi lêxistinê xwarinê bidin hevalan. Bê vê yekê ser neketin. Piştre Esat Oktay Yildiray bi xwe hat. Esker xistin hundir, meş bi wan dida kirin. Di meşê de silogan diavêtin. Stranên nijadperestî


