Ev felc ji ku derket bagirano!

Wê rojê yekî sûriyeyî rewşa ku tê de derbas dibin bi vî rengî raxistibû ber çavan û tevî ku  çîrokên gelekî biêş ên rewşa tê de dijîn dîsa bi qerf û henekên ecêb rewşa kambax a jiyana ku tê de dijîn tîne ber çavên mirov.

•
1 deqe xwendin
Ev felc ji ku derket bagirano!

Xelkên Sûriyeyê bi tevahî û bi taybetî kurdên Sûriyeyê bi qerf û henekên xwe tên zanîn. Tevî ku gelê Sûriyeyê zêdeyî 15 salan di nav krîzeke mezin û şerên dijwar de derbas bû lê dîsa jî dest ji qerf û henekên xwe bernadin û di çîrokên wan ên herî xemgîn de jî dîsa cihê qerf û henekan heye.

Wê rojê yekî sûriyeyî rewşa ku tê de derbas dibin bi vî rengî raxistibû ber çavan û tevî ku  çîrokên gelekî biêş ên rewşa tê de dijîn dîsa bi qerf û henekên ecêb rewşa kambax a jiyana ku tê de dijîn tîne ber çavên mirov. 

Min çîroka wî balkêş dît û xwest wergerînim zimanê kurdî û bi xwînerên rojnameyê re parve bikim. Çîroka wî bi mirina kera wî dest pê dike û li ber serê kera xwe rûniştiye û pirsên gelekî ecêb jê dike. Çîrok wiha dest pê dike: 

Zilamekî sûriyeyî serê sibê kerê xwe mirî dît. Ew pir aciz bû û ji bo sedema mirinê nas bike gazî veterîner kir. Dema ku bijîşk jê re got ku ker ji ber felcê li mejiyê wî daye miriye, ew matmayî ma! Ew li kêleka serê kerê rûnişt û di guhên wî de dest bi axaftinê kir, bi matmayî got: Ey delal, ma tu û nexweşiya felcê, ev felc ji ku hat li mejiyê te da?

Ma tu mezûnê endezyariya çandiniyê bûyî û tu bi rêya têkiliyan li şîrketa lar û barên avahîsaziyê  di beşa rê û piran de hatî peywirdarkirin? An jî tu mezûnê fakulteya bijîşkên diranan bûyî û tu li zeviyên Rimêlanê di beşa kolandina bîrên petrolê de hatî peywirdarkirin? An jî te bawernameya wêjeya erebî hebû û tu wekî hemşîre li nexweşxanekê hatî girtin? 

Te felc ji ku girt? Qey te bihîst ku ew ê wezareta elektrîkê bi wezareta jenerator û motoran biguherînin? Qey te dît ku diz bûye dadwer û xwediyê bawernameya hiqûqê niha karmendê wî ye, çayê dide wî? Te felc ji ku girt, ey delal? Ma ji ber teqawidiya te temam bibû û tu nikarî bi wan pereyan du tûpên gazê jî bikirî? 

Ez ditirsim ku tu dereng dimînî û TV temaşe dikî û medyaya erzan û gendel temaşe dikî? Ez ditirsim ku sedema wê têkçûna gurçikan be û heta ku kesê berî te nemire û tu cihê wî negirî, dora te ya diyalîzê nayê? 

Krîza te ya dil ji ku derket, delalê min? Ji ber ku tu li welatê xwe, xwe xerîb hîs dikî û dibînî ku biyanî ji welatiyan zêdetir in? An jî ji ber ku malbata te belav bûye, her yek li cihekî cuda ye, an jî kesekî te di girtîgehê de ye? Ez ditirsim ku sedem ev be: nenaskirina pasaportên sûriyeyê ji bilî ji alî welatên Somalî û û çend giravên dûr ve? Dilê min, krîza te ya dil ji ku derket?

Ez ditirsim ku te xaniyê xwe li gel pez firot da ku kurê xwe bişînî Ewropayê û ew li daristanên Bûlgaristanê mir an jî li peravên Yewnanistanê xeniqî? Krîza te ya dil ji ku derket, delalê min? 

Ji ber ku tu penaberên li Ewropayê li ser Facebookê dibînî, ku xwarin û vexwarinên xwe nîşan didin, malbatên xwe yên ku li ser axa xwe bi israr in û birçî dikevin xew ji bîr dikin? Krîza te ya dil ji ku derket, delalê min?

Ez ditirsim ku te li ser malperên dîjîtal ji kerekê hez dikir û wê piştî ku bi kerê ji te çêtir re hevdîtin kir, te asteng kir? Çima tu ewqas aciz bûyî, evîna min? Ma tu difikirî ku hestên te ji yê me zêdetir in? Û tişta ecêb ev e, hîn jî gelek kêmaqil dibêjin ku mejiyê keran tune ye! Ma ku mêjiyê te tunebûya wê çawa felcê li mêjiyê te bixista bagiranê  min?