Êrişên DYA û Îranê yên li hemberî hev dewam dikin: Li Huzistanê 3 kes mirin

Di êrişên nû yên hewayî yên DYAyê de li eyaleta Huzistan a Îranê herî kêm 3 kes mirin. Artêşa DYAyê ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî xistine. Muxafizên Şoreşê jî diyar kir ku wan êriş birine ser baregehên DYAyê yên li Kûweyt û Bahreynê.

•
1 deqe xwendin
Êrişên DYA û Îranê yên li hemberî hev dewam dikin: Li Huzistanê 3 kes mirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNAyê, di êrişa hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ya li nêzî bajarê Ahvaz ê eyaleta Huzistanê, herî kêm 3 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Waliyê Huzistanê Valiullah Hayati ragihand ku êriş li derdora Ahvazê hat kirin û mirî û birîndar hene.

DYA: Li 90 hedefî hat xistin

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku 8ê tîrmehê li hemberî 90 hedefên leşkerî yên li Îranê operasyoneke nû pêk anîn.

Di daxuyaniya CENCTOMê de hat gotin, sîstemên parastina hewayî jî di nav de li binesaziya leşkerî hatiye xistin û hate gotin, operasyon ji bo lawazkirina kapasîteya êrişê ya Îranê ya li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.

Trump careke din gef xwar

Serokê DYAyê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran êrişên xwe yên li ser keştiyên li Tengava Hurmuzê dewam bike wê operasyonên leşkerî yên "hîn girantir" pêk bînin.

Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Social daxuyaniyek da û got: "Ev yek bersiva li hemberî bombardûmana doh a Îranê ya li ser keştiyan e. Eger dubare bibe wê encamên xwe hîn girantir bibe."

Îran: Me li baregehên DYEyê yên lİ Kûweyt û Bahreynê xist

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihand ku weke bersiva li êrişên DYAyê wan li baregehên leşkerî yên amerîkî yên li Kûweyt û Bahreynê xistine.

Di daxuyaniyê de ku li ser televîzyona dewletê IRIB'ê hate weşandin, hate îdîakirin ku bi fuze û balafirên bêmirov li baregehên Arifcan û Ali El Salem ên li Kûweytê û baregehên Cuffayr û Şeyh Îsa yên li Bahreynê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha gef hate xwestin ku eger DYA êrişên nû bike wê li baregehên amerîkî yên din ên li herêmê bixin.

Seferên rêya hesinî yên Tehran-Meşhedê hate rawestandin

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku piştî êrişên DYAyê seferên li xeta hesinî ya Tehran-Meşhedê hatiye rawestandin.

Ji Fransayê banga bidawîkirina 'bersivdanê'

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel-Barrot bang kir ku Îran û DYA dawî li "bersivdanê" bînin.

Tehran: Tengava Hurmuzê tenê bi şertên Îranê wê bê vekirin

Muzakerevanê sereke yê Îranê Muhammed Bakir Galibaf anî ziman ku Tengava Hurmuzê tenê bi şertên ku ji aliyê Îranê ve bêne diyarkirin, dikare ji nû ve bê vekirin.

Galibaf ragihand ku siyaseta gef û zextê ya DYAyê wê bê encam bimîne.