Erênî û neyiniyên pêşnûmayê
Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê û endamên damezrîner ên DADSAZê Prz. Alî Şapkaci der barê pêşnûmeya ku hatiye rojeva meclisê ji bo Azadiya Welat analîzek girt dest. Alî Şapkaci aliyê erênî û neyînî yê qanûnê bi berfirehî dinirxîne.

Endamê DADSAZê Prz. Alî Şapkaci
Ev qanûna ku raya giştî li bendê bû û wekî çarçove qanûn dihate bi navkirin hê pêşnîyazqanûneke û ji 7ê tebaxê pêda di lijneya dadê de tê nirxandin. Eger li wir derbas bibe paşê dê aresteyê parlementoyê bikin û parlemento dê lêjneya giştî de ji bingehê ve binirxîne. Ji xwe heta 11ê Tebaxê jî êdî parlemento dê ji bo pesendkirinê biryarê bide. Weke din ji bo vê pêşnîyazqanûnê xuyaye ku pevdengîyek di navbera partîyên niha li parlementoyêde heye; ji ber ku ev pêşnîyazqanûne ji alîyê 360 parlementera ve hatîye pêşnîyazkirin. Ji ber vê yekê ihtimaleke mezin encama nirxandê dê erênî be û dê bê pesendkirin. Lê helbet encama fermî, dê 11ê dê dîyar bibe.
Di serî de divê em bibêjim ku cihê şanazîyê ye ku meseleyeke wiha ya kurdan bi salane bi çekê dihate domandin niha kiraseke qanûnî lê tê kirin û bi awayekî fermî hewldana çareserkirinekê heye. Ev yek wekî birêz Ocalan jî gotiye, çendî ku biçûk jî be, despêkeke. Helbet di vê pêşnîyazqanûnêda tunebûna statûya birêz Ocalan , statûya kurdî, pênasekirina welatîbûnê kêmasîyên herî mezin in. Lê weke din vê pêşnîyazqanûnê da kêmasîyên hiqûqî jî pir in û divê ev yek bên berçavgirtin. Bi taybetî, şert û mercên ku ji bo pêkanîna vê qanûnê hatine danîn, li dijî gewhera hiqûqê ne û rê li ber biryarên keyfî vediken.
Ji ber ku binemayekî hiqûqî yek jî ew e ku divê qanûn rasteqîn be û sepandina wê pêkan be. Heman demê de zelalbûn ji bo qanûna dîsa binemayeke sereke ye. Her weke din eger mafek ji bo kesekî di qanûnekê de bê dîyarkirin divê ew qanûn him bi hêla zelalbûnê ve him jî pêşbînîya hiqûqî ve bawerîyekê jî di xwe de bihewîne. Ku ew kes sedan sed bizane ku mafên ku ji bo hatinî diyarkirin bi temamî çi ne û çawa di bin garantîya qanûn yan jî destûrê da ye. Beriya her tiştî divê bê diyarkirin ku di vê pêşnîyazqanûnê de kêmasîya herî pêşçav, nebûna ewlehiya hiqûqî yan jî pêşbînîya hiqûqî ye ya ku mafekî mayînde bide.
Ji bo mînak; ketina meriyetê ya vê qanûnê bi şertekî giran ê wekî biryara MGKyê ve hatiye girêdan. Ji ber ku qanûnê ji bo vî şertî tu wext û dem diyar nekiriye, wekî dem despêk zelal nîn e. Eger destpêka qanûnê ne diyar be, ew qanûn nabe çareserî. Ev nezelalî, hiqûqê qels dike û mafê serlêdera ê pêşbînîkirina paşerojê ji holê radike.
Weke din xala 3yê ku sizayan taloq dike, wek 5 sal an jî 10 salan ji bo ew kesê serlêdanê dê bike bawerîyekê nade. Ji ber ku taloqkirin di hiqûqêda goreyî azadîya rewa yan jî efûkirinekê, xwedî bawerîyekê qelstir e. Ew kes di bin derûnîya deh salan da dê çawa bijî. Kesekî serlêder bizane ku sizayê wî/wê nahatîye rakirin tenê hatiye taloqkirin, ew kes ê her sanîye bi tirs û fikaran re rû bi rû bimîne. Hiqûq divê mirovekî di nava nezelaliya giran da mehkûmî jiyaneke di bin siha sizayekê neke. Wekî li jor jî me behskirî pêşbînîya hiqûqî binemayeke sereke ya hiqûqê ye. Ev yek bi serê xwe cihê niqaşê ye. Eger em berawirdkirinekê bikin çawa ku xala dehê paragrafa duyemin da bi awayeke bê şert û merc binbarîyeke sizayî ji bo yên ku di vê pevjoyêda peywirdar in çê nabe, divê bi vê rehetîyê piştî serlêdan hat kirin ew bawerî ji bo serlêder jî çê bûba.
Disa di xala 3yê de ya taloqkirinê de, rewşa hiqûqî ya kesan bi salan di nava nezelaliyê da dihêle. Ji aliyê qanûnî ve vekirîmayîna dosyayan, dikare di warê binemayên pêşbînîya hiqûqî bibe cihê nîqaşê. Li şûna vê bendewariya bêwate, sazkirina mekanîzmayeke ku encamên hiqûqî yên diyar û teqez datîne pêşiya me, dê daxwaz û armanca qanûnê rasttir derîxîne holê. Her weke din ji bo mafên ku kesên sizaxwarî jê bêparmayînî, nezelabûnekî mezin heye û ji bo vê jî şertê serlêdanê hatîye danîn. Yanî li gel serlêdana taloqkirina sizayî mafên jê bêparmayî jî bi xwe holê ranabe û maweyek jê re hatîye dayîn (2 sal 3 sal). Her weke din qebûlkirina wê jî mekanîzmayeke hatîye avakirin. Yanî 2 û 3 salan piştî biryara taloqkirinê ji bo wan mafên ku jê hatinî bêparkirin biryar ji dadgeha sulhê ya sizayî û serdozgerîyê tê dayîn. Di vê mesele da kesên ku serlêderin bi teybetî divê civakîbûna wan bê berçavgirtin. Wek mînak eger ku piştî serlêdanê û taloqkirina sizayê Mafê Siyasî neyê dayîn teybetmendîya vê qanûnê ya aşitî û civakîbûnê namîne. Ji ber vê çendê, dayîna mafên ku jê bêparmayî ji bo avakirina paşerojeke ewle herî girîng e. Eger ev gav neyên avêtin, mekanîzmaya hiqûqî tenê wek tepeserkirinekê dê bimîne. Ew jî der armanca vê pêvajoyê û qanûnê ye.
Xala çarem jî li ser girtin û kontrola dadî ye. Di vê xalê da rakirina otomatîk ya tedbîrên dadî tune ye. Ev yek jî nezelaliyê dirêj dike û wî kesî di nava gumanê de dihêle. Jixwe ji bo vê nirxandinê tu sînorê demê jî nedanayne. Lê gava mijar civakîbûn û azadiya mirov be, divê dem û maweya qanûnê dîyar be.
Xala 7ê da Ji bo şopandin û sepandina qanûnê, lijneya hatî avakirin bi temamî ji kesên ku nûnerên sazîyên kargêrîyê ye. Ew kes di bin serokatiya alîkarê Serokkomar de; Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên navxweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Teşkilata Sîxuriya Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK). Eger mabest pêvajoyeke dadmendtir be divîya bû ku kesên bê alî jî tê de heban. Weke din hebûna sazîyên civakî dê asoyeke berfirehtir ji bo pêvajoyê çêkiri ba. Lê belê, avakirina lijneyê ku tenê ji kesên ji kargêrî û burokratîk ve pêk hatî ye, nîşan dide ku dewlet dixwaze vê pevjoyê tenê di çarçoveya ewlehî û kontrolê da bihêle. Gava ku civak û sazîyên hiqûqê sazîyên mafên mirovan li derveyî vê lijneyê bên hiştin, binyarên ku dê bên girtin di nav gel da bawerî û rewabûneke dest binaxînin. Ev bi serê xwe cihê niqaşê ye.
Ji bo ku ev pêvajo bibe bingeha aştiyeke mayînde, divê pêşnîyazqanûn ji helwesta ewlehîparêzîyê bê derxistin û li ser binemayên hiqûqa demokratîk û mafên mirovan ji nû ve bê avakirin.


