Erdogan û Zeydî çi îmze kirin

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan peymanên enerjî, av, veguhestin û fêrbûnê îmze kirin. Tê gotin ku gelek mijarên din jî îmze kirine.

•
1 deqe xwendin
Erdogan û Zeydî çi îmze kirin

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di çarçoveya serdaneke fermî de vê sibehê hat Enqereyê. Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan bi merasîmekê gelek peyman îmze kirin. Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Zeydî û Erdogan sponseriya merasîma îmzekirina peymanan pêk anîn. Li gorî nivîsgehê, her du aliyan peymanên enerjî, veguhestin, fêrbûn û avê îmze kirin. Tê gotin ku gelek mijarên din jî îmze kirine.