Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin

Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan avêt ser mala Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr.

•
1 deqe xwendin

Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan avêt ser mala Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr.

Polîsan piştî lêgerîna li malê dest danîn ser materyalên dîjîtal û Nûrî Ozdemîr binçav kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Nehat zanîn ku Nûrî Ozdemîr bi çi hincetî hat binçavkirin.